Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurde xelkê bajarê Bokanê hate desteserkirin û bo girtîgeha îtilia`at a bajarê Urmiyê veguhastin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî 19`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Elî Ereb” û temen 55 salî ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.
Ew welatiyê Kurd piştî ku ji aliyê hêzên îtila`atê yên hikûmetê ve hate desteserkirin, bo girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Urmiyê, hate veguhastin.
Hêzên îtila`atê ew welatiyî kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” desteser kirine.
Her di vê pêwendiyê de, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ce`ifer Pêkend” ê temen 50 salî û kurê Mihemedsalih û xelkê bajarê Bokanê ji girtîgeha wî bajarî bo girtîgeha bajarê Urmiyê veguhastin.
Hêzên îtila`atê ew welatiyî kurd roja Çarşemî 19`ê Pûşperê bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” desteser kirine, û heya niha jî, nabirî ji hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe bê par maye.





