Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd bi sebeba gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Çaldiranê hate birîndarkirin û bo çareseriya pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hate veguhastin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 21`ê Xakelêweyê, hejmarek li Kolberên Kurd li ser sînorê bajarê Çaldiranê, rastî teqeya rasteras a hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatin û di encam de, kolberê Kurd yê bi navê “Mecîd Celîlpûr” xelkê devera “Qotûr” a girêdayî bajarê Xoyê bi dijwarî hate birîndarkirin.
Ew kolberê Kurd, di encama gollereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Hikûmeta Îranê, birîndarbûye, û bo çareseriyên pîzişkî bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.
Pîzişkî nexweşxaneya bajarê Urmiyê daye xuyakirin ku, rewşa tendrûstiya wî kolberê Kurd xirabe.
Her di vê derheqê de, kolberê Kurd yê bi navê “Bêhroz Çetozade” xelkê gundê “Ture” a girêdayî devera Elend a ser bi bajarê Xoyê bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, li ser sînorê bajarê Xoyê canê xwe jidest da.
Hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, bi bê hişdarî dana pêştir ji wî kasibkarî Kurd re, ew dane ber gulleyan.





