Ajansa Kurdpa: Du ciwanên Kurd ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 6`ê Reşemehê, du havwelatiyên Kurd yên xelkê gundê “Giwêzekwêre” ya girêdayî bajarê Merîwanê, yên bi navên “Arman Silêmanî” temen 23 salî û kurê Baram, û “Mihemed Mihemedî” temen 29 salî, û kurê Ebdula, ji aliyê hêzên îtila`atê hatine desteserkirin.

Piştî desteserkirina wan du hevwelatiyên Kurd, hêzên îtila`atê ev du ciwanên Kurd bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî çavkaniya agehdar, Heya niha şopandin û pêdagîriyên malbatên wan du hevwelatiyên Kurd, bo agehdarbûna derheq çarenivîsa kurên xwe, bê encam bûye.

Heya bilavbûna vê nûçeyê, derheq wan du havwelatiyên Kurd, tu zanyariyek derheq qeder û cihê veguhestina wan ber dest nîne.