Ajansa Kurdpa:Ferhengoka taybet bi peyv û destewajeyên hiqûqa navneteweyî ji aliyê mamostayekî zanîngehê yê Kurd û xelkê bajarê Urmiyê ve, ku niha di welatê Tirkiyê de akincî ye, ferhenguka bi 4 zimanan çap û belav bû.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, Sabir Ebdullahzade, mamostayê zanîngehê ye û xelkê gundê Dizê a girêdayî devera Mirgewer a bajarê Urmiyê ye, ku niha di Kurdistana Tirkiyê de akincî ye, û ferhengoka taybet bi peyvên mafên navneteweyî, bi 4 zimanên wekî Kurdî, Farsî, Îngilîzî û Tirkî çap û belav kiriye.

Ev ferhenguka 1224 peyv û destewajeyên derheq hiqûqa navneteweyî li xwe digire, ku di pirtûkeke bi qasî 224 rûpelan de hatiye çapkirin.
1 hezar pirtûk ji vê ferhengokê ji aliyê navenda “Sîtav” li Kurdistana Tirkiyê ve hatiye çapkirin, û ev ji bo cara yekem e ku ferhengokek derheq peyv û destewajeyên mafên navneteweyî, bi zimanên Kurdî, Farsî, Îngilîzî û Tirkî tê çap û belav kirin.
Dr. Sabir Ebdullahzade, sala 1987`an li Diza Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê ji dayîk bûye, û li sala 2014`an jî, karî pila doxtoriyê di taya Hiqûqa navneteweyî de, li zanîngeha bajarê Hemedanê werbigire.
Herwisa navbirî wekî mamostayê zanîngeha bajarê Mehabadê mijûlê dersgotinê bû, û bi sedemên siyasî û givaşên navendên ewlehiyê, li sala 2016`an ji zanîngehê tê derxistin û neçar dibe, cih û warê xwe biterikîne û di Kurdistana bakûr a Tirkiyê de akincî be.





