Ajansa Kurdpa: Kedkarek li bajarê Çaypare bi sedema teqîna tankera gazê jiyana xwe ji dest da.
Tankera gazê li bajarekî ser bi parêzgeha Urmiyê teqiya, û bi vê sedemê ve du kuştî û birîndar lê ketin.
Di vê bûyerê de, kedkarekî cûşkar demildest jiyana xwe ji dest dide, û yek ji birîndar dibe, ku bo nexweşxaneyê tê veguhastin.
Nasnameya qurbaniyên vê bûyerê li çaypare, hêşta nehatiye zelalkirin.
Ragehandinên Urmiyê, ji zarê berpirsyarê agirvemirandinê a Çaypare ve, sedema bûyerê girê dan bi hebûna hinek gazê, di nava tankereke gazhilgir de.
Herwisa teqînê, xisara madî gehandiye çendîn dukanan û trombêlan li cihê kar.
Pêştir jî kedkarekî xelkê bajarê Kengaverê, li parêzgeha Kirmaşanê de, bi sedema berbûnê ji qata serê ya avahiyekê jiyana xwe ji dest dabû.





