Ajansa Kurdpa: DAÎŞ vê carê riyeke nû ji bo firotina keçên girtî û dîl ên Êzidî bi karî tîne.

Li gora nûçegihaniyan, çekdarekî DAÎŞ’ê ku navê wî Ebû Esed Almanî ye, di Facebookê de reklamek bo firotina keç û jinên Kurdên Êzidî bi navnîşana “Ev keçik bo firotinê ye”, belav kiriye.

Wî kesî li ser Facebooka xwe nivîsandibû, ew keça ku di wêneyê de xuya dike, 8 hezar Dolar nirxa wê ye. Heman kesî piştî çend demjimêran, wêneyê keçek din a Kurd a Êzidî belav kir, û li ser wêneyê wê nivîsandiye: "Ev jî keçek din e bo firotinê, û nirxa wê jî 8 hezar dolar e".

Rêveberatiya Facebookê piştî demekê kêm wêneyên wan keçan reş kir, û facebooka wan jî hate blokekirin.

DAÎŞ’ê roja 3’ê Tebax a sala 2014’ê navçeya Şingalê dagîr kir û bi hezaran jin û zarokên Kurdn Êzidî wek dîl ketine destê çekdarên wê rêxistinê de. DAÎŞ’ê piştre wek deskevtên şer reftar ligel wan keç û jin û zarokan kir.