Ajansa Kurdpa: Temenê xwekujiyê di Kurdistanê de di heyama çend mehên derbazbûyî de çûye asta herî jor, û her di vê pêwendiyê de xortekî ku temenê wî 9 salî bûye di bajarê Şinoyê de dest bi xwekujiyê kiriye.

Li gor nûçeyên ku gihiştine Ajansa nûçegihaniya Kurdpayê, Roja Înê 4’ê Adarê zarokeke 9 salî bi navê “Êhsan Danişxah”kurê Muslih,dawî li jiyana xwe anihiye.

Herwiha roja Sêşemiya derbazbûyî, di bajarê Seqizê kiçeke temen 17 salî bi navê “Bîgerd Resûlî”dest bi xwkujiyê kiriye û di encamê de davî li jiyana xwe aniye.

Êhsan Danişxah

Heman demî de di çend mehên derbazbûyî de,di parêzgeha Kirmaşanê xwendekarekî 13 salî bi sebeba pirsgirêkên hundirîn dest bi xwekujiyê kiriye û davî li jiyana xwe aniye.

Di destpêka Îsal de heyanî niha 14 zarokên ku temenê wan di bin 18 saliyê de bûye,ku piraniya wan xwendekarên qonaxa seretayî, û navendî bûne, dest bi xwekujiyê kirine û davî li jiyana xwe anîne.

Karnas û şarazayên di warê derûnî de, di vê bawariyê de ne, ku pirsgirêkên weke destengiya malbatî,û pişt guhxistina daxwazên zarokan, yek ji sebebên xwekujiyê ne.