Ajansa Kurdpa: Ew 2 rojin, deverên çolî û dehlûdir ên Merîwan û Baneya rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Sipaha Pasdaran ve bi bûyera şewatê re rû bi rû maye.
Li gor rpaora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja yekşemî 14`ê hezîranê, daristanên devera çiyayî a Merîwan (li gundevarên Silsilî û Berqela) di nava guriya agir de bûn rejî.
Girêdayî heman mijarê, roja duşemî bervar 15`ê hezîranê jî, li çar hawirên Merîwan, darûbar û surişta gundevarên Çalîsor,Kunedîv, Kure Musewî, Darsîran û Yeginkê, bi bûyera şewatê re rû bi rû bûn û yekser ji holê rabûn.
Tê gotin kêmtir ji mehekî, nîzî 50 haletên agirpêkevtinê li Merîwanê qewimîne û daristanên wê deverê hatine tunekirin.
Li aliyê din gorî raportên gihîştinî berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Sipaha Pasdaran bi qest xwezaya Kurdistanê wêran dike û dişewitîne.
Bi amaje kirin bi çavkaniyeke agah a nûçeyan li Baneya rojhilatê Kurdistanê, şewata daristanên devera çiyayî a Dozîn li Baneyê, zirarek mezin gihîştiye xwezayê.
Hêjayî gotinê ye rûniştvanên xwecihî ên rojhilatê Kurdistanê, ser vê baweriyê ne ku navendên ewlekarî û leşkerî ên ser bi hikûmeta îslamî ya Îranê, bi hinceta xwevaşartin (îstitar)a hêzên opozisyon ên wê hikûmetê di nava daristanan de, wan navçeyan dişewitin in.





