Ajansa Kurdpa: Wilatiyek Kurd ê xelkê bajarê Seqizê seva xwînrêjiya zaf û pêranegehiştina Pizişkî li zîndana bajarê Mînabê canê xwe ji dest da.
Li gori nûçeya gihîştî bi nûçegihaniya kurdpa,Şeva Înê berwar 15’ê Şibata 2013’an zîndaniyek bi nave “Mihemed Zînetî” kurê Mensûr û xelkê taxa “Çemî Welî Xan”a ser bi bajarê Seqizê, li zîndana bajarê Mînabê seva xwînrêjiya “Gede”(Mede) û pêranegiştina pizişkî cane xwe ji dest da.
wilatiyên Kurd ê temen 31’ salî û xwediyê jin û Zarokan bû, 8’salan beriya niha bi sûçê ewlehî ji aliyê hêzên ewlekarî ên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Seqizê hatibû girtin.
navbirî ji aliyê dadgeha Şoriş a wî bajrî bi tawana ragirtina çek û teqemeniya bi zîndana heta hatayî hatibû mehkûm kirin û paşê jibo zîndana bajarê Mînabê li parêzgeha Hurmizganê hatibû dûr xistin.
Heya dema bilav bûnê vê nûçeyê termê navbirî li serdxaneya bajarê Mînabê hatiye ragirtin û radestê malbata wî nehatiye kirin.
Di heman demê de “Kemal Şerîfî” ronamevanê zîndanî kiri û xelkê bajarê Seqizê ku li zîndana bajarê Mînabê hatiye ragirtin,tûşî nesaxiya guçîlkan û gede bûye û heya niha tu çareseriyek pizişkî jibo çareserkirina nesaxiya wî nehatiye encamp dan.
Kemal Şerîfî li sala 1378 li bajarê Seqizê hat girtin û ji aliyê dadgeha Şoriş a wî bajarî bi darvekirinê hate mehkûm kirin ku paşê li dadgeha pêdaçûnê de bo 30 sala zîndanê hate mehkûm kirin.





