Kurdp: hejmarek ji mamostayên pêşnimêja bajarl Bokanê di nameyekê de, bo berpirsê Dezgeha Dadê a Hikûmeta Îranê, daxwaza serbest berdana şeş çalakvanê olî yê Kurd kirin, lê ji aliyê îdareya Îttilaat a bajarê Urmiyê ve pêşî ji hinartina vê nameyê hat girtin.
Nûçegehaniya Hirana eşkere kir ku, di nameya han de ku ji aliyê Ebdulrehman Xelîfîzade pêşnimêjê Înê û hejmarek ji mamostayên pêşnimêja mizgeftên bajarê Bokanê ve hatibû îmza kirin, bas ji vê yekê dike ku: ew 6 hemwilatiyên Kurd ku bi sûça ewlehî hatine dest bi ser kirin netenê tu pirsgirêkek ewlehî ninin, belku bûne hegera vê hindê ku piraniya ciwanan ber bi aliyê ola îslamê û ola suneyan rabikêşin.
Ew pêşnimêjên bajarê Bokanê daxwaz ji dezgeha Dadê a Hikûmeta Îslamî a Îranê kirine ku kesên girtî bêy tu qeyd û mercekê serbest werin berdan.
Îdareya Îttilaat a bajarê Urmiyê pêşî ji gehiştina vê nameyê bi destê Sadiq Larîcanî berpirsê Dezgeha Dadê a Hikûmeta Îslamî a Îranê girtiye.
Ew 6 çalakên olî di sala 1388 an a rojî de, ji aliyê Îdareya Îttilaat a bajarê Bokanê û Urmiyê ve hatine binçav kirin.
Mihemed Berayî, Husên Cewadî, Osman Ehsanî, Ebdula Xisrozade, Hêmin Mehmûdîtext, û Hîsam Mihemedî piştî girtina wan di Îdareya Îttilaat a Urmiyê û Bokanê we bo girtingha Taranê hatin weguhastin.
NûçeKurdistanMafê Mirov
Îttilaata Urmiyê pêşî ji hinartina nemaya pêşnimêjê bajarê Bokanê bo Dezgeha Dadê girt
hejmarek ji mamostayên pêşnimêja bajarl Bokanê di nameyekê de, bo berpirsê Dezgeha Dadê a Hikûmeta Îranê, daxwaza serbest berdana şeş çalakvanê olî yê Kurd kirin, lê ji aliyê îdareya Îttilaat a bajarê Urmiyê ve pêşî ji hinartina vê nameyê…





