10 navendên mafên mirovan: `Mafên zarokan li Îranê nayê parastin`

15:33 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: 10 rêxistinên mafên mirovan, bi derxistina daxuyaniyekî ragihandin ku piştî derbasbûan du dehikan bi ser îmzekirina Îranê ya peyman-nameya mafên zarokan re, berpirsên wî welatî berdewam wî mafî binpê dikin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di daxuyaniya wan 10 rêxistinên Îranî û cîhanî de hatiye ku tevî wê yekê ew du dehik in Îranê peyman-nameya parastina mafên zarokan wajo kiriye, lê hîna jî ew maf li wî welatê tê pêpeskirin.

Di beşek di vê daxuyaniy de hatiye. Li welatê Îranê zarokên 9 heya 15 sal temen, wek kesên bi temen reftar û helsûkeft bi wan re tê kirin. Eva di demekê de ye ku gor yasaya zarokên jêr 18 sal divê refta ligel wan bê kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de amaje bi vê yekê jî hatiye kirin ku komîteya berevanîkirin ji mafên zarokan, dibe sedem da ku Îran dev ji binpêkirina mafên zarokan berde û gor peyman-nameya wajokirî tevbigere.

Wajokerên daxuyaniyê tekez kirin: Serbarê vê hindê ku welatê Îranê zêdeyî 20 sal in ew peyman-name wajo kiriye, lê her tim bi tundî bersiva mafên zarokan dide.

Pêwîste bê gotin, ji sala 2014`an ve heya niha, Îranê 13 zarokên jêr temen 18 sal, daliqandin e.

Bi darvekirina zarokên jêr 18 sal temen, qaşoyî benda 37 a peyman-nameya cîhanî a mafên zarokan e.

Rewşa binpêkirina mafên zarokan ji destpêka desthilata Hesen Rûhanî ve heya îro, hertim ber bi zêdebûnê ve çûye. Eva di demekê de ye ku ev yek berovajî bangeşeyên wî yên di dema hilbijartinê de ne.