Zoranbazekî kurd medaliyaya Burunza cîhanî bidest xist

17:31 - 10 Îlon 2015
Ajansa Kurdpa: Sporvanekî kurd piştî serketina bi ser sporvanekî xelkê Qezaqistanê de karî pileya sêyem li pêşbaziya zoranbaziya ferengiya cîhanê li welatê Amerîka (2015) ji xwe re misoger bike.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Yûsif Qadiriyan li kêşa 80 kîloyî ji Îranê bi sporvanekî Qezaqistanî re berbirû bû û li encam de karî 2-0 (du li hember Sifrê) bi ser zoranbazê Qezaqistanî re bi ser bikeve û medaliyaya Buruz bidest bixe.

Ew sporvanê kurd bi 27 sporvanên din ji welatên cîhanê li kêşa 80 kîloyî de çûye ser qepanê.

Yûsif Qadiriyan ku sporvanê herî law û beşdar li vê pêşbaziyê de tê hesibandin, bi bidestxistina medaliyaya Burunz li Lasvigas a Amerîkayê de pileya nehem li asta cîhanê de misoger kir.

Yûsif Qadiriyan xelkê bajarê Seqiz a ser bi Rojhilata Kurdistanê ye û çend sal in ku li bajarê Tehranê de akincî bûye.

Welatê Îranê li pêşbaziya sala borî li zoranbaziya ferengî de bûye şampiyonê wê pêşbaziyê û li zoranbaziya azad de jî pileya duyem ji xwe re misoger kir.