Kamyaran; Berdewamiya binçavkirin û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Hêriş Şerîfiyan, ciwanekî Kurd
21ê Cozerdana 1405an a Rojî Şeş roj piştî binçavkirina bereday a Hêriş Şerîfiyan, ciwanekî Kurd xelkê gundê "Palangan" a ser bi bajarê Kamyaran, tu agahî li derheq çarenivîs û cihê wî tune.
Li gorî çavkaniyek agahdar, sibeha roja Şemiyê, 16ê Cozerdana 1405an a Rojî, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê êrîşî mala Hêriş Şerîfiyan, ciwanekî Kurd ê 17 salî xelkê gundê Palangan kirin û hewl dan ku bi şikandina deriyê pêşiyê wî bigirin, lê ji ber ku ew li malê nebû, nekarîn vê yekê bikin. Piştî vê êrîşê, hêzên ewlehiyê ji malbata wî xwestin ku kurê xwe di zûtirîn dem de bi Îdareya Îtlaat ya Kamyaran bidin nasîn.
Çavkaniya agahdar got jî: Hêriş Şerîfiyan piştî ku xwe bi Îdareya Îtlaat ya Kamyaranê da nasîn, hate binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hate veguhastin, û mafê wî yê hebûna parêzer û hevdîtinên bi malbata wî re hate qedexekirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd tune ne.