Bane; Nasih Xwedayî, kolberekî Kurd, ji ber teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê birîndar bû

19:31 - 12 Hezîran 2026

Sibeha roja Pêncşemê 21ê Cozerdana 1405an a Rojî, kolberekî Kurd ê bi navê "Nasih Xwedayî" xelkê Bane bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê bi giranî ji lingê xwe birîndar bû.

Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek pêşwext rasterast gule li vî kolberî reşandine li ser sînorê "Sorkêv" a ser bi bajarê Bane.

Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Ev kolberê Kurd ji bo dermankirina bijîşkî ji bo Nexweşxaneya Selahedîn Eyubî li Bane hatiye veguhastin.

Nasih Xwedayî di sala 1376an aRojî de ji dayik bûye, zewicî ye û zarokekî wî heye.