Bokan; Mensûr Qadêrzade ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin
19:36 - 12 Hezîran 2026
Roja Çarşemê, 20ê Cozerdana 1405an a Rojî, welatiyekî Kurd bi navê "Mensûr Qadêrzade", temen 43 salî, kurê Ehmed, rûniştiyê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê ev welatiyê Kurd bêyî nîşandana belgeya dadwerî binçavkirin e.
Mensûr Qadêrzade xelkê gundê "Qalivî Zindan" a ser bi bajarê Mehabadê ye û rûniştiyê "Mîravayî" ya Bokanê ye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî Xidêrzade hatine kirin tune ne.