Saziya Mafên Mirovan a Kurdpa

Rewşa nebaş a mafên mirovan li navçeyên cuda yên Îranê û kiryarên desthilatdariyê ji bo binpêkariya zêdetir, berfireh û berdewam a mafên mirovan, bûye sedemeke girîng ji bo avakirina saziyeke mafên mirovan a serbixwe. Ew sazî wê hem nûçe û zanyariyên derbarê wan binpêkariyan tomar bike û hem jî binpêkariyan bişopîne. Saziyeke bi vî rengî, dikare li wan navçeyan ku saziyên din li wêderê çalak nîn in, perwerdeya mafên mirovan danî. Li ser vê bingehê jî Kurdpa wek saziyek ku ne li ser pêgeha berjewendiyê hatiye avakirin, pişta xwe bi hin rojnamevan û nûçegihanên pêşketî germ dike ku ji berê ve li hin ji wan navçeyan kar dikin lê belê ew kes hatibûn piştguxistin. Saziya Kurdpa ji aliyê toreke çalakvanan ve ku ji heman navçeyan in, hatiye avakirin. 

Kurdpa dixwaze kêmasiyan di warê nasandin û ragihandina binpêkariyên mafên mirovan de qerebû bike û vê valahiyê tijî bike. Li ser vê rêbazê jî 3 xalên sereke hene ku Kurdpa xwe bi wan wefadar dibîne;

Xala yekemîn ev e ku saziyên mafên mirovan dikevin bin bandora siyasetê. Saziya Kurdpa, wek bingeha xwe ya sereke, hewl dide ji bo eşkerekirin û ragihandina binpêkariyên mafên mirovan, ji siyasetê dûr be. Di vî warî de Kurdpa dixwaze serxwebûn û pêşketîbûna xwe biparêze û dûrî ramanên siyasî be. 

Ji xeynî vê, ramana Kurdpa, berpirs û hevkarên vê, tenê mijara parastina mafên mirovan e. Lewma jî rênimûniyên navnetewî yên mafên mirovan, ji xwe re wek bingeh dibînin. Saziya Kurd dixwaze endamên xwe û kesên ku hez dikin, li ser hizra parastina mafên mirovan perwerde bike da ku valahiyên di vê derbarê de tijî bike. Sedem jî ev e ku hizrên siyasî û nebûna baweriyê bi parastina mafên mirovan wek bingeh, di nav nûçegihanên mafên mirovan de jî têne dîtin. Carna jî fikrên wan ên siyasî, netewî, olî û zayendî dibin sedema kêmbûna çalakiyên wan û herwisa dijatiya mafên mirovan. 

Xala sêyemîn jî ev e ku saziya Kurdpa, zanyariyên xwe ji xeynî çavkaniya sereke, ji çavkaniyeke duyem jî piştrast dike. Em zêdetir di vê derbarê de girîngiyê didin nûçegihan, parêzer û wan çalakvanan ku ji berê ve di vê mijarê de çalak in. Ev pirose, ji bo me baweriyê li pey xwe ve tîne. 

Saziya Mafên Mirovan a Kurdpa, sala 2020'an li ser van 3 bingehan, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye tomarkirin û çalakiyên xwe berdewam dike.

Hejmara hesaba bankî ya Kurdpayê ji bo alîkariyên pere:

Name on the account:
Kurdpa 

Address: 
13624 Bent Tree Circle Apt 101
Centreville VA 20121

Routing number if direct deposit:
051000017

Routing number if wire:
026009593

Account number:
435048164609

US Dollar