Bane; Mutelib Xêyberî, welatiyekî Kurd, bi terqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê li serê wî hat kuştin
Sibeha roja Pêncşemê 21ê Cozerdana 1405an a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê "Mutelib Xêyberî" xelkê Bane piştî ku ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve li ser sînorê vî bajarî rastî teqeta rasterast hat û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, di demjmêr 4ê sibê de, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek pêşwext rasterast gole li serê vî welatî xistin.
Vê çavkaniya agahdar zêde kir: Ev welatiyê Kurd, tevî ku ti kelûpelên qaçax hilnegirtibû jî, bû ar,amanca guleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên hikûmetê.
Vê çavkaniya agahdar diyar kir: Termê Mutelib Xêyberî ji bo Nexweşxaneya Bane hatiye veguhastin û hîn radestî malbata wî nehatiye kirin.
Mutelib Xêyberî xelkê gundê "Sala" ser bi Bane ye, zewicî ye û du zarokên wî hene.