Zindaniyên Recayî şehr:Şerxaziya Îranê qaşo berjewendiyên neteweyî ye

21:18 - 28 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Hejmarek ji girtiyên siyasî yên zindana Recayî Şehr a kereca Îranê, bi derxistina daxuyaniyekî, siyasetên şerxwazane ên hikûmeta Îranê li devera rojhilata navîn şermizar kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di vê daxuyaniya nivîskî de, mudaxeleya siyasî û leşkerî ya Îranê li welatên; Behrên, Suriye, Îraq, Lobnan û Yemen ku bi hezran milyard ji samana welat bi naheqî dimezixîne (xerc dike), Û tenê dibe sebeb da welatên deverên helwesteke dijminane hember hev bigrin.

Qezenca şer bo Îranê berjewendiyeke siyaî ye ku di vê ortê de bi hezaran mirovên bê guneh tên kuştin.

Wan zindaniyên siyasî, şerxwaziya hikûmeta Îslamiya Îranê, qaşoyî berjewendiyên neteweyî û dij bi Demokras û mafên mirvan dest nîşan kirin.