Sultan Elî Şîrzadî Fexr bi tohmeta "endamtiya di rêxistina Mucahîdên Xeliq" û "hevkariya bi Îsraîlê re" hat îdamkirin.
Roja Pêncşemê, 3ê Banemera 1405an a Rojî, sibeha roja Pêncşemî, girtiyekî siyasî yê bi navê "Sultan Elî Şîrzadî Fexr" ku cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi tohmeta "endamtiya di rêxistina Mucahîdên Xeliq" û "sîxurtiya ji bo Îsraîlê" li cihekî nepenî bêyî statuya xwe ya dawî ya qanûnî û mirovî, bêyî agahdariya malbat an parêzerê xwe bi dizî hat îdamkirin.
Mîzan, ajanseke nûçeyan a girêdayî dadweriyê, nûçeya îdamkirina wî piştrast kir û îdia kir ku Sultan Elî Şîrzadî Fexr piştî derbaskirina piroseyên qanûnî û piştrastkirina biryarê ji aliyê Dadgeha Bilind a welêt ve bi tohmeta "bêwefadarîya bi MEK û hevkariya bi Îsraîlê re" hat îdamkirin.
Dezgeha medyayê nivîsand ku ew endamekî demdirêj ê rêxistina Mucahîdên Xeliqê ye û bi salan bi wan re hevkarî kiriye û di sala 1366an a Rojî de li Iraqê tevlî vê partiyê bûye.
Di vê mijarê de, sibeha roja Çarşemî, 2ê Banemera 1405an a Rojî, medyaya dewletê li derheq îdamkirina "Mehdî Ferîd" de ragihand, ku yek ji berpirsên Pedafenda xeyamil di yek ji rêxistinên hesas ên welêt de bû, bi tohmeta "sîxurî ji bo Îsraîlê" bû. Di heman demê de, Rêxistina Penafenda xeyramil a Komara Îslamî ya Îranê daxuyaniyek weşand û her "endamtî, berpirsiyarî, an pozîsyon" a Mehdî Ferîd di avahiya rêxistinê de wekî derew bi nav kir û red kir.