Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023an ji çalakvana mafên mirovan ya Îranê Nergês Mihemedî re hat dayîn

23:47 - 6 Çirriya pêşîn 2023

Roja Înê, 14ê Rezberê, Komîteya Nobelê ya Norwêjê xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023an da Nergês Mihemedî, çalakvana mafên mirovan a li Îranê. 
 
Komîteya Nobelê ya Norwêjê di daxuyaniya xwe de ragihand: "Ev xelat ji ber têkoşîna wê ya li dijî givaş û serkutkariyên li ser jinan li Îranê û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan û azadiya hemû kesî, ji bo Nergês Mihemedî tê dayîn." 
 
Komîteya Nobelê ya Norwêjê bal kişand ser kuştina Jîna-Mehsa Emînî û protestoyên Jin, Jiyan, Azadî û wiha got: "Bi dayîna Xelata Nobelê ya Aştiyê ji Nergês Mihemedî re, Komîteya Nobelê ya Norwêjê dixwaze têkoşîna wê ya wêrek a ji bo mafên mirovan binirxîne. Xelata Aştiyê ya îsal di heman demê de bi sed hezaran kesên ku par li dijî polîtîkayên cudaxwaz û givaşên li ser jinan a ji aliyê hikûmeta Îranê ve ku xwenîşandanek li dar xistin, tê dayîn." 
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdpa, tevî pîrozbahiyê li Nergês Mihemedî, daxwaza azadkirina wê û hemû girtiyên siyasî yên Îranê, ku li ser rêbaza têkoşîna azadiyê di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de girtî ne û ji aliyê din ve ev xelat hemû têkoşerên ku ji bo azadî, edalet, demokrasî, mafên mirovan û jinan têdikoşin, rêz dike. Di daxuyaniya Komîteya Aştiyê ya Nobelê de hatiye diyarkirin ku ev xelat di çarçoveya nirxdayîna serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî û spasiya xwenîşander, şehîd, birîndar û girtiyên vê serhildanê ye ku piştî şehîdkirina Jîna Emînî dest pê kir û berdewam dike.