Serhildana seranserî; “Mihemedmehdî Keremî û Mihemed Husêyn” îdam kirin

11:30 - 7 Kanûna Paşîn 2023

Dezgeha Dad a Komara Îslamiya Îranê bas ji îdamkirina xwenîşanderên serhildana seranserî “Mihemedmehdî Keremî û Mihemed Husênî” kiriye

Hukimê îdamkirina wan du ciwanên xwenîşander roja Şemî 17ê Befranbarê hat cîbicîkirin.

Parêzerê Dozgeriya “Mihemehusên Axasî” bi rêya belavkirina “Tiwîtt”ekê ragihandiye ku, hukmê îdamkirina “Mihemedmêhdî Keremî” bi bê agehdarkirina berê û bi bê hevdîtina dawî ya navbirî digel malbata wî, hatiye cî bi cî kirin.

Ew du welatiyên xwenîşander bi tohmeta kuştina besîciyek yê bi navê “Rûhillah Ecemiyan” di rêûresma çileya “Hedîs Necefî”yê de bi “Îfsad fî erz bi rêya encamdana tawan li dijî ewlehiya netewî” hatibûne mehkûmkirin û Dadgeha Bilind a welat, pêdeçûn li dosyeya wan herdu xwenîşanderan ret kiriye û cezaya sepandî di dadgeha destpêkî de bi pêka benda “A” ya madeya 469 a yasaya pêragihîştina cezakirinê, erê kiribû.

Di 12`ê Xezelwerê de “Rûhillah Ecemiyan” di meşa serkutkirina serhildana seranserî û di merasima çileya “Hedîs Necefî”yê de li bajarê “Kerec”ê hatibû kuştin û 16 xwenîşander bo tohmeta kuştina vî besîcî hatibûne binçavkirin û dadgehê ““Mihemedmêhdî Keremî xelkê bajarê Bîcarê û Mihemed Husêynî”wek tawanbarê pile 1 û 2 ragihandin û cezaya îdamkirinê li ser wan herdu welatiyan de sepandin.