Îdamkirina veşartî ya du Girtiyên Siyasî li Cîhekî nediyar Bi tohmeta Muharebe û Sîxuriyê; Mihemed Meisûm Şahî û Hamid Velîdî
Di sibeha Duşemî 31ê Xakelêweya 1405an a Rojî de, du girtiyên siyasî yên bi navê "Mihemed Meisûm Şahî" û "Hamid Velîdî" ku bi tohmetên "Muharebe" û "hevkariya bi Îsraîlê re" cezayê îdamkirinê ji van re hatibû birîn, ji aliyê dezgeha dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî veşartî û bêyî agahdariya malbat û parêzerên wan hatin îdamkirin.
Ajansa Nûçeyan a Dadweriyê ya Mîzan Êlam Xeber ragihand; "Mihemed Meisûm Şahî û Hamid Velîdî piştî bidawîhatina piroseyên dadweriyê û biryar li Dadgeha Bilind a welêt piştrast hat kirin, bi tohmeta têkiliya bi toreke sîxuriyê ya girêdayî Mossadê re hatin îdamkirin. Raport îdîa dike ku van kesan bi rêya sîber-cîhanê bi efserên Mossadê re têkilî danîne û çûne Herêma Kurdistana Iraqê, perwerdehiya operasyonên sabotajê wergirtine û çalakiyên weke şandina agahiyan û pêkanîna operasyonan li dijî hin cihan pêk anîne. Her wiha hatyie gotin ku ew berî ku wezîfeyeke nû li Tehranê pêk bînin, bi amûrên teqemeniyê hatine binçavkirin."
Mîzan îdîa kir ku tohmetên li dijî her du kesan "moharebe", "hevkariya bi komên dijmin û rejîma Siyonîst re", "komkirin û hevkariya li dijî ewlehiya welêt", "endamtiya di komeke terorîst a sûcdar de bi armanca têkbirina ewlehiya welêt" û "çalakiya propagandayê li dijî hikûmetê" hatiye ragihandin.
Ev îdamên veşartî di demekê de qewimîn ku Mîzan di raporê de cihê îdamê, pêvajo, dema darizandinê, an roja binçavkirinê behs nekiriye, û ev girtiyên siyasî bêyî ku malbatên xwe agahdar bikin, hatine îdamkirin, ku destûr nehatiye dayîn ku ew bi wan re hevdîtin bikin.
Ji aliyeke din ve, Rêxistina Mucahîdên Xelia ragihand ku her du girtiyên siyasî endamên wan bûn e û di Banemera 1404an a Rojî de hatine binçavkirin, lê di Rezbera 1404an a Rojî de, ew bi sîxurtiya ji bo Îsraîlê di têkiliya bi Şerê 12 Rojan de hatin tohmetbarkirin.
Rêxistina Mucahîdên Xeliq (PMOI) dibêje: "Hamid Velîdî, endezyarekî sivîl ê 45 salî, û Meisûm Şahî, karkerekî teknîkî yê 38 salî, di 23ê Banemera 1404an a Rojî de li Tehranê, ligel xizmên xwe, hatibûn binçavkirin û rastî lêpirsîn û îşkenceyê hatibûn."
Rêxistin dibêje ku nav û hûrgiliyên wan ji rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî re hatine şandin.