Zindaniyekî siyasî ê Kurd hat azadkirin

16:43 - 29 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Zindaniyekî siyasî yê Kurd û rûniştvanê bajarê Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, piştî bi dawîkirina cezayê hepsê li girtîgeha Bender Ebas a Îranê, serbest hat berdan.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja yekşemî 28`ê hezîranê Kerîm Mûsazade zindaniyê siyasî yê Kurd piştî derbaskirina 6 sal hukê zindanê, li girtîgeha Bender Ebasa Îranê hat azadkirin.

Navborî beriya azadkirinê çendîn car li zindanê dest bi greva birçîbûnê kirbû.

Ew zindaniyê siyasî yê kurd li gel çalakvanekî siyasî ê din bi navê Emîr TalibîFer hatibû binçavkirin. Piştre ew li dadgeha şoreş a Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê bi serdozgeria Qazî Drewîşî (bi tometa dijminayetî kirin ligel Xwedê û endambûn li Partiyeke opozisyona hikûmeta Îranê) bi 6 sal heps hatibû mehkûmkirin.

Kerîm Mûsazade beriya niha bi 6 salan ji zindana navendî ya Urmiyê bo girtîgeha Bender Ebas hatibûn sirgûnkirin.