Sine; Cezayê îdamkirina Mihemed Ehmedî hat bicîhanîn
20:36 - 17 Hezîran 2026
Sibeha roja Sêşemê 26ê Cozerdana 1405an a Rojî, cezayê îdamkirina girtiyekî Kurd ê bi navê "Mihemed Ehmedî" yê xelkê Sine li girtîgeha navendî ya bajêr hat bicîhanîn.
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev girtî berê bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû binçavkirin û dû re ji aliyê dezgeha dadweriya Îranê ve cezayê îdamkirinê lê hatibû birîn.
Heta niha, nûçeya îdamkirina vî girtî ji aliyê rayedarên fermî an medyaya li hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.