Şino; Sê roj binçavkirin û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Ferhad Ebrahimzade,Qadir Barîkî û Ceifer Barîkî
27ê Cozerdana 1405an a Rojî Sê roj piştî binçavkirina berday ya sê welatiyên Kurd ên xelkê Şinoyê yên bi navê "Ferhad Êbirahîmzade", "Qadir Barîkî" û "Ceifer Barîkî", hîn jî tu agahî li derheq çarenivîs û cihê wan tune.
Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir û ji Kurdpa re got: Roja Duşemê 25ê Cozerdana 1405an a Rojî, sê welatiyên Kurd ên bi navê "Ferhad Êbirahîmzade" xelkê gundê "Kanî-Reş" û "Qadir Barîkî" û "Ceifer Barîkî" xelkê gundê "Qelatiyan" a ser bi bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di êrîşkirina li ser malên wan bêyî belgeya dadgehê hatin binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
"Qadir Barîkî" û "Ceifer Barîkî" birayên hev in.
Li gorî çavkaniyê, ev sê roj in ev sê welatiyên Kurd ji mafê têkilî û hevdîtina bi malbatên xwe re, û her weha ji mafê hebûna parêzer bêpar mane.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina van welatiyên Kurd de ti agahî tune ye, û dezgehên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane.