Şebab/Îlam; 6 roj binçavkirina bereday û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Emîr Hisên Rostemî
23:09 - 18 Hezîran 2026
27ê Cozerdana 1405an a ROjî piştî derbasbûna 6 rojan bin binçavkirina bereday a "Emîrhisên Rostemî", ciwanekî Kurd ê temen 20 salî xelkê bajarê Şebab a ser bi parêzgeha Îlamê, hîn jî tu agahî li derheq çarenivîs û cihê wî tune ye, û ew ji mafê têkilî û hevdîtina bi malbata xwe re, û her weha hebûna mafê parêzer bêpar e.
Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir û ji Kurdpa re got: "Emîrhisên Rostemî" di 22ê Cozerdana 1405an a Rojî de bêyî belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirina vî ciwanê Kurd tune ye, û saziyên ewlehiyê di vî warî de tu ravekirinek nedane.