Seqiz; Du roj binçavkirin û nebûna agahî li derheq çarenivîsa Eşikan Abixo

20:37 - 17 Hezîran 2026

27ê Cozerdana 1405an a Rojî, du roj piştî binçavkirina bereday ya "Eşikan Abixo", zilamekî Kurd ê temen 27 salî xelkê Seqizê, hîn jî tu agahî li derheq çarenivîs û cihê ragirtina wî tune.

Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir û ji Kurdpa re got: "Eşikan Abixo" roja Duşemê 25ê Cozerdana 1405 Rojî dema ku hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadwerî serdegirtin li dukana wî ya serteraşiyê kirin, hate binçavkirin û ji bo cihekî nediyar veguhastin. Hêzên ewlehiyê ji malbata wî û kesên li dora wî re gotibûn ku ew ê wî tenê çar demjmêran bi xwe re bibin û dûv re ew ê were berdan, lê piştî du rojan, hîn jî tu agahî li derheq çarenivîsa wî tune.

Li gorî vê çavkaniyê, di vê heyamê de Eşikan Abixo ji mafê têkilî û hevdêtina bi malbata xwe re, û her weha hebûna mafê parêzer bêpar hatiye hiştin. Hêzên ewlehiyê di dema binçavkirina wî de bêyî pêşkêşkirina belge an destûra yasayî telefona wî ya desta jî dest bi ser de girtin e.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirina vî xortê Kurd tune ye, û dezgehên ewlehiyê di vî warî de tu ravekirinek nedane.