Zindana Recayî Şehr bi greva birçîbûnê hefsa Urmiyê destek kirin

15:27 - 18 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Bi armanca piştevanî kirin li girtiyên siyasî ên Kurd li Urmiye ya Rojhelatê Kurdistanê, 2 girtiyên din li Recayî Şehr a Kerec li Îranê, ê bikevin greva birsîbûnê a sembolîk de.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji sibehê (Înê), du girtiyên siyasî ên holeya 12 koxûş(bend)a 4 ya zindana Recayî Şehr a Kerecê, yê bu 2 rojan bikevin greva birsîbûnê daku karibin destek kirina xwe bi girtyên hefsa Urmiyê re nîşan bidin.

Xalid Herdanî û Efşîn Hîrîtiyan bi belav kirina nameyekî îlan kirin ku roja Înê û Şemî, bervar 19 û 20’ê çileya pêşîn a 2014’an, bi armanca piştgirî ji xwestekê girtiyên siyasî ên zindana Urmyê, em ê bikev in gireva birsîbûnê.

\"23675.jpg\"
Efşîn Hîrîtiyan girtiyê siyasî ê Kurd li zindana Recayî Şerhr

Ew nameye ku gihîştiye berdest ajansa nûçegihaniya Kurdpa têde amaje bi vê yekê hatiye kirn ku civakên Navneteweyî hember cinayetên eşkere ên hikûmeta Îslamiya Îarnê bê deng nemîn in.

27 girtiyên siyasî ên Kurd li Urmiyê, 29 roj in dest bi gireva birsîbûnê kirine û daxwaza guhrtina şert û mercên girtîgehê (nemaze koxûş(bend)a 12’an) ji karbidestên hikûmeta Îranê dikin.

Koxûşa 12 ya zindana Urmiyê tenê cihê hewandina 50 kesan e lê berpirsên gitîgehê 80 kes li wir bi cî kirin e . Ew di demekê de ye ku zêdeyî nivê wan girtiyan bi tometa kuştin(qetil) û bazerganî kirin bi madeyên hişbir ceza lê hatiye birîn.

Li gorî raporta du roj beriya niha, berpirsê girtîgeha Urmiyê 4 girtyên girevabirçîbûnê yên bi navên Osman Mûstefapûr, Elîriza Resûlî, Elî Efşarî û Mihemmed Ebdullahî vexwendibûn û bi wan re gotibû di egera dev ji girevê bernedanê de, yê cezayê giran bo wan bê pesend kirin.

Jêderekî agah bi Kampaniya Navneteweyî a mafên mirovan li Îranê re gotiye: Rweşa tendurustî ya 12 kes ji wan girtiyan pirr xirab e û bo nexweşxaneyê hatine veguheztin lê girtiyan nexwestin e daku ew bên tedawî kirin.