Zimanên do, îro û sibê

15:10 - 6 Kanûna Paşîn 2013
Unknown Author
Zafer Berdestî
Bi pêşketina zanîn û teknolojiyê re hemû beş û pariyên jiyanê guherîne ku yek ji wan jî ziman e. Ziman çendî li ser koka xwe dirêj/mezin dibe jî bi tevê pêşketina zanîna însan ve şax vedide û diguhere. Her roj peyvine nû dikevin nav ziman û bi ‘dem-mekan-jiyan’ê re hemaheng ew jî pêş dikeve.

Di demên berê de, ji bilî îstisnayan peyvek beramberî heyînekî –belkî dudu yan heta sisêyan- dihat bikaranîn û peyvên hemwate û hevdeng kêm bûn. Lê îro êdî ne wisan e. Gelek ziman êdî di vî warî de guherîne, peyvek dikare were gelek wateyan an jî gelek wateyên cuda dikarin bi heman peyvî werin îfadekirin. Em gava li ferhengên kurdî, tirkî, erebî, îngilizî dinêrin ev rewş bi hêsanî tê dîtin. 

Ev rewş ji ber keşf û îcadan, amûrên nû yên teknolojîk, navgînên ragihandinê, têkiliyên civakî û kesayetî dertê der û xwe nîşan dike. Însan, zimanê xwe li gorî van nûtî û pêşveçûnan amade dike, dixebitîne û eyar dike. Jê re çawa hêsan, biçêj û herikbar were zimanê xwe wisa lê tîne. Heta peyvek dikare ji maneya xwe ye eslî gelekî dûrkeve û êdî bi maneyên mecaz were naskirin. Mînakên van gelek in.

Bi ya min îro hînbûna zimanan ji do dijwartir e. Di vê derê de dijwartî ne di hînbûna zimanê zikmakî de, di hînbûna zimanê biyanî de bi taybetî jî di temenên mezin de ye. Herçiqas rê û rêbazên hînkirinê, bername û plansaziyên nû yên perwerdehiyê îro zêdetir riya hînbûnê vedikin jî îro barê hînbûnê girantir e. Lewre îro hem peyv zêdetir in hem jî maneyên wan zêdetir in. Lewma em êdî îro peyvekî bi carekî de na belkî bi çend caran de paşê dikarin hîn bin. Ev jî barê me yî giran e.

Herwiha wiha bidome pêkan e ku sibê zimanên biyanî bi rehetî nikaribin werin hînbûn û însanek wekî berê nikaribe çend zimanan bi hev re hîn be. Her roj tiştên nû wê derkevin û navê wan, peyvên bi wan re eleqedar ew ê ziman firehtir bikin. 

Lê însan dibe ku çareya vê bi amûrên teknolojîk bîne. Dikare amûrên wisa çêbike ku di saniyê de zimanekî wergerîne zimanekî din. Wekî mînak bi berçavkekî, bi saeteke serzend an jî bi telefonê yan jî bi amûrekî taybet di lezê de wergerê bike û însan ji vê zehmetê xilas bike. Însanek biaxive û wergera axaftina wî/ê li ser cama berçavka muxatabê wî yan jî li ser ekrana saeta muxatabê wî were xwendin. 

Lê ev ne riyeke mukemel e. Jixwe jiyana însanan bi amûr-hacetan ve hatiye dorgirtin dê zêdetir bipêçe û dê însan zêdetir hînî teraliyê bike. Ev ji aliyekî ve ji ber girtin e, kopî kişandin e lê însan jixwe ji eslê zêdetir hez kopyayan dike. Tenê dibe ku bi kerî pirzimaniyê were. Lewre rêbazeke wiha dê cihanê mecbûrî yekzimaniyê neke û zimanên din nekuje.

Îro zimanên pêşketî berê xwe dane pêşerojê û diçin. Di her gaveke xwe de jî piçekî zêdetir mezin dibin, fireh dibin, giran dibin. Zimanên dinyayê do nêzîktirê hev bûn îro ji hev dûr ketine, hejmara wan gihiştiye hezaran. Ji îro û pê ve xuya ye hinekên wan dê bimirin hinekên wan dê rawestin û hinekên wan jî dê pêşkevin û ji hev zêdetir dûrkevin. Kesên ku dixwazin zimanên pêşketî hîn bin divê ji bîr nekin ku peyvên hîndibin ne wek peyvên berê ne.