Tu nikarî gelê Kurd teslîm bikî

15:35 - 9 Nîsan 2016
Unknown Author
Îbrahîm Qasimîzad

Hekî hûn bixwazin ku dewleta Tirk nas bikin, kûr û dûr neçin, hovîtî û bêexlaqiya wê ya li hember gelê Kurd di Cizîra Botan de binêrin. Xala himberî hovîtiya dewleta Tirk, berxwedana gelê Kurd e. Di gel hemû wêranî, şewitandin, girtin û kuştinan, gelê berxwedêr yê Cizîrê teslîm nebû û serî li ber dewleta dagîrker a Tirk netevand. Cizîr wêran bû, lê her weke Kobanê li berxwe da û wê bi ser bikeve. Lewra Kurd weke çawan bi Kobanê serbilind in, bi Cizîrê jî serbilind û şanaz in.

Dîktatoriya Erdogan-AKP bi fermî û eşkere ragehandiye ku dixwaze Sûr, Silopî, Cizîr û hinek bajarên din yên Kurdan ku dîroka hin ji wan bajaran vedigere ser pitir ji heft hezar salan bi ser berxwedêran de kavil bike. Wate ya wê gefê ewe ku dewlet dixwaze xelkê bajaran aware bike û ji mal û halê wan der bixe. Bi wê riyê sîstema deselatdar wê bikaribe bajararan bi demogirafiyek nû û mirovên nû li gor berjevendiyên xwe ava bike. Ji ber ku dema Kurd koçber bûn, êdî dewlet wê bi kêfa dilê xwe penaber û civakên ku li derveyî welat re hatine li ciyê wan bi cîh bike. Tewî teror, hovitî, bê exlaqî û bê hurmetiya ku li hember gelê Kurd, jin û zarok, keç û xortên Kurd, mal û axa Kurdan dikin hê jî dibêjin emê hisabê bipirsin û xwe wek mexdûrê wî şerî û Kurdan wekî terorîst didin nîşan dan. Lê li ber çavan xuya ye ku ewa gelê Kurde divê hisaba kiryarên wan yên qirêj bipirse û dagîrkeriya wan ji Kurdistanê bavêje heya êdî siya wan jî li Kurdistanê nemîne.

Erdogan hemû regezperestên Tirk di bin konê qesrê de gihandine hev. Dîmenên şerê qirkirinê ên ku di nava kûçe û taxên bajarên Kurdan de derdikevin nîşan didin ku hinek ji kadroyên partiya MHP, BBP û regezperestên din yên Tirk ku di welatên cîran de dijîn, hinek jî endamên rêxistinên cîhadîst ên mîna DAÎŞ, Cebhet ul Nusra û Ahrar u Şamê bi awayê çalak bi artêş û polîsên Tirk re li dijî Kurdan şer dikin. Ji xwe kevne giregirekî DAÎŞ’ê bi devê xwe gotibû ku ji van rêxistinan 700 kes beşdarî şerê li Bakurê Kurdistanê bûne. Partiyên opozisyonê her çi qas bi eşkere hevkariya Erdogan nekiribin jî, lê di hilbijartinên pêşvext e Parlemanê di 7ê hezîranê de xuya kir ku di kirasê “mixalefetek neteweyî” de desthilat kê dibe bila bibe, piraniya aliyên siyasiye Tirk li hember Kurdan yekdeng in. Ew qaşo muxalifeta ”neteweyî” di hemû deman de û li her çar parçê Kurdistanê her tim hatiye hawar a dîktatoran.

Erdogan-AKP di sala 2001 de dema hate ser textê desthilatdariyê û xwe wekî hawar a demokrasiyê bi nav kir, wisa nîşan da ku li dijî deselata mutleq ya artêşa Tirk û polîtîkaya wan ya darbeya 12ê Îlonê ye, alîgrê pêvajoya çareseriya pirsa Kurd e û her wisan xwe li dijî çeteyên wekî JÎTEM’ê yên ku xwe di nav dewletê de veşartine dida nîşan dan. Lê dema ku pilanên wî li gor dilê wî nemeşiyan, rûyê xwe yê rast nîşan da. Di wê çarçoveyê de, şerek xedar li dijî gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê berfirehtir ji deselatdarên beriya xwe da destpê kirin. Gelo Erdogan ji bo kê û li ser navê kê wî şerî dimeşîne? Ne tenê Erdogan- AKP, dîktatorên fars û ereb jî her tim li dijî Kurdan û bi gelemperî li dijî hemû mirovên azadîxwaz şerê tund û xedar dane û didin meşandin. Lê Erdogan, bi fen û xapan hewl dide ku armanca şerê xwe yê qirêj e li hember gelê Kurd berovajî nîşan bide.

Di rastî de Erdogan û ekîba wî ya di nava AKP’ê de tifaq bi Ergenekon û hêzên tarî yên di nava dewletê û dervey dewletê (DAÎŞ) re çêkiriye heya tola pêknehatina pilanên xwe li gelê Kurd bistîne. Bi wê mebestê heta di nava AKPê bi xwe de jî li dijî sazûmankarên partiyê yên weke Abdullah Gul, Bulent Arinc û hwd derketin, pêvajoya çareseriya pirsa Kurd dan sekinandin û bi xapandina civakê, karîn pêgeha xwe li cem nijadperestên Tirk qahîm bikin. AKPê şerê li dijî gelê Kurd da dest pê kirin ji ber ku Kurd bûne asteg ji bo gihîştina Erdogan bi xewn û xeyalê wî di qsrê de. Hevdem di gel şerê li dijî Kurdan, ekîba Erdogan dijberên xwe yên di nava partiya xwe de yek bi yek tesfiye kirin, heya gihîşte astekê ku êdî dengên cuda yên civakê nehatin bihîstin an jî hatin bêdeng kirin. Piştî wan kiryaran êdî dîktatorê AKPê hewla sax kirina imperatoriya Osmanî da.

Lê rola Erdogan di pêşve birina dîktatorî û paşverotî li Turkiye û welatên cîran, roj bi roj pitir rûyê wî yê rastîn nîşanî civakê dide. Paradoksên ku Erdogan û AKP tê de dijîn, bi xwe wî û sîstema ku ew dixwaze ava bike ber bi şikestinê ve dibe. Nîşaneyên ku riya serketina Erdogan asteng dikin, li ber çavan in: 1) Erdogan, AKP ji nasnameya xwe ya rewa dûr xist.

2) AKP’ê li ciyê çareserkirina pirsa Kurd, înkar kirina Kurdan xiste rojevê û bi çareser nekirina pirsa Kurd, wê jî ku weke hemû partiyên deshelatê yên beriya xwe pirsa Kurd kiribû wesîleya rantê ji bo bidestxistina dengên Kurdan, û piştgiriya gelê Kurd wenda kir.

Erdogan hemû serketinên gelê Kurd di her çar parçên Kurdistanê de li dijî ewlehiya welatê xwe dibîne, lewra di şerê DAÎŞ’ê li dijî gelê Kurd, bi hemû şêweyan hevkariya hovên reşperest dike, heya ku vîna gelê Kurd ya ji bo azadiye bişkêne. Lê berxwedana gernasane ya gelê Kurd li dijî polîtîkayên şerxwaze Erdogan-AKP bû sebeb ku rûpoşa wî bikeve, bi awayekê ku di asta navneteweyî de tu car bi qasî niha Amerîka, Ewrûpa û raya giştî ya cîhanî li Turkiyê bi gazin û aciz nebûne.

Berxwedana Cizîrê û têkoşîna gelê Kurd I her deverên Bakûrê Kurdistanê dubare nîşan da ku Erdoxan ne tenê nekarî kûrdan teslîm bike, belkû îradeya berxwadanê li Kurdistanê hêj xurttir kir. Şerê Kurdan li dijî kevneperestên îslamî (DAÎŞ) niha bi awayek eşkere bi sere Erdogan li dijî gelê Kurd ve hatiye girê dan. Lewma serketina Kurdan li dijî DAÎŞ’ê, wê xîmê dewleta Erdoxan jî weke hemû dewletên pêş wî bilerizîne. Di nava Turkiyê bi xwe de jî, xuya ye ku qedera Erdogan ji ya Kenan Evren, DYP û Çiler ê baştir nebe.

Nawroka vê gotarê boçûna nivîskar e, û Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa di hember de berpirsyar nîne, û belavkirina vê mijarê dikeve çarçoveya azadiya ramanê de.