Pirojeya HDP ji perlemanê ta deselatê

16:09 - 22 Tebax 2015
Unknown Author
Çengîz Şikak

Bi serktina HDP li hilbijartinên roja 7 hezîrana 2015 û şikandina bilindtirîn benda hilbijartina dunyayê, pirsa kurd li bakûrê kurdistanê û Turkiye ji pirseka emnî û lokalî bûye pirseka siyasî, yasayî û navdewletî.

Yasayî kirina pirsa kurd ji ber serkeftina HDP li dawîn helbijartinên turkiye û beşdarî kirina bi bandora PKK li şerê dijî terorîstên daişê û serkeftinên YPG li rojavayê kurdistanê bûye sedemê vê yekê pirsa kurd li Turkiya li ser astê navdewletî danpêdaneka berfireh jê re bihê kirin û piştîvaniyeka navdewletî bi dest bixe û li ser astê serok û wezîrên derveyên Rojava pêşwaziya hevseokê HDP Selahedin Demîrtaş bihê kirin û perlemantarên Ewrûpa daxwaza der anîna PKK li lîsta terorê biken.

danpêdana navdewletî bûye sedêmê tirs û xofa dewleta turk, bi taybetî serok komar û hikûmeta AKP ku bi dirêjahiya 2 salan bi navê piroseya aştiyê dixwastin dîroka xapandina kuradan careka din dûbare bikin.

Dema ku proseya aştiyê gehişte qonaxa cî bi cî kirina erkên dewletê û bi yasayî dabîn kirina daxawazên gelê kurd bi rêya guhertina hin yasayan, ku li qonaxa duyema piroseya aştiyê de rêkeftin li ser hatibû kirin, Serok komrê Turk Receb teyib Erdoxan zanî ku êdî nikare dîroka xapandinê dûbare bike, bi awayekê 180 pile siyaset û helwîstê xwe beramber pirsa kurd guherand, bi taybetî piştî vê çendê ku gelê kurd li rojavayê kurdistanê, ew jî kes û aliyên nêzîk PKK deverên kurdî bi hêz û şiyana xwe beramber terorîstan parastin û ba ava kirina hêza xwe parasrinê, rêveberiyên xweser bi dirust kirina 3 kantonan ragehandin.

Daxuyaniyên wek Kobanê ketiye û dikeve yan tiştek bi navê pirsa kurd niye, ret kirina rêkeftina bi navê “mutabiqeta dolme baxçe” rûyê rastînê hikûmeta bi paşxana îslamî li hember pirsa kurd nîşan da, ku bo demê 12 salan deng û mutmaneya piraniya gelê kurd li Bakûr û Turkiye bi dest anîbû, her çende li demê 10 salên yekemê deselata Erdoxan û AKP dîtingeha wan li hember kurdan digel hikûmetên berê nahê berawurd kirin û ku bi hijmarek guhertin û helgirtina rewşa awarte, pirsoya normalîze kirinê li gor berjewendiyên xwe bi piraktîk destpê kiribûn.

Serok komarê Turk berevajî têgeiştina prianya rayedarên AKP wusa hizr dikir ku bi hijmarek piroje û guhertinên biçûk li demên borî, êdî hewsar û îradeya gelê kurd bi dest xistiye û dikare bê minnet careka din nûneratiya kurd li bakûr bi dest bîne.

Lê berevajî tegehiştina wî, pirsa kurd tenê helgirtina qedexeyia axaftina li ser zimanê kurdî, dawî anîn bi înkara kurdan, nav înana peyva KURD û vegerandina navên kurdî bo gund û bajar û deverên kurdistanê nebû. Belkû eve pirsa neteweyeka bin deste ku ji mafê siyasî, çandî û îradeya xwe hatiye bê par kirin. Her çende karî bo demê pitir ji 2 salan xebata çekdariya kurd li bakûr bê deng biket. Lê di rastiyê de eve tenê paş xistina wê bû.

Serkeftina HDP li helbijartinên turkiye tevaya pîlan û xapandinên Erdoxan, ne tenê beramber pirsa kurd pûç kir, belkû nehişt sîstemê deselata turkiye li gor hez û şiyana xwe biguhere û bibe sultanê vî welatî û tevaya nexşeyên Erdoxan ji bo welatên îslamî ber av kir.

Dewleta turk ku nekarîbû bi piştîvaniyên serbazî, logistî, nojdarî û reklamî bo terorîstên îsalmî li Surye pêşyia serkeftinên kurdên Rojava bigre, serkeftina HDP bi ser da hat, êdî bi yekcarî şêt û har bû.

Teqîna pisûsê û komkojiya deyan ciwanên kurd di vê teqînê de, bi nîşandana rûyê rastînê dewleta turk û Serok komarê wê, bûye xaleka guhertinê ji bo pirsa kurd li turkiye û rûpelekê nû bo pêş xistina vê pirsê vekir.

Karvedan û tolhildanên vê komkojiyê, tûndî û şer û pevçûnên din li dîv xwe înaye ku bo demê 2 salan aramî bal bi ser bakûrê kurdiatanê kişandibû.

Serok wezîrê kar bi rêkerê Turkiya Ehmed Dawutoxlu ji bo pêkanîna hikûmeta nû degel herdu partiyên CHP û MHP dest bi danûstanê kir, lê amade nebû bo vê pirsê serdana HDP bike. Ji ber ku pêşwext biryara helbijartina pêşwext û serederî nekirin digel HDP hatibû dan.

Erdoxan û AKP ku êdî mutmaneya kurdan ji sest dane, ji bo bi dest anîna %50 dengên turkiye, bi taybetî dengên nejadperestên MHP pêwîstî bi dubare destpêkirina şer li bakûrê kurdistanê heye.

Ji bo vê yekê HDP tûşê lawaziyê biket, zornaya şer lê daye û hewlê didet HDP bi dest hebûn li kuştina serbaz û polîsên Turkiya tometbar biket, ku eger nekarî HDP qedexe biket, aliyê kêm pêşiya mezin bûn û mutmaneya xelkê jê re û pirojeya turkiye bûna wê bigire.

Erkê PKK

Bo şikandina vê pîlanê û dubare serkeftina HDP li helbijartina pêşwext pêwîste PKK li ser agirbestê berdewam be, eger bi awayekî yek alî jî be, divê bi awayekê aqlane tev bigere û bi kuştina çend serbaz û polîsan derfetê nede AKP pîlanên xwe beramber HDP praktîze bike. Ji berku serkeftina HDP nîşanda ku Turkiye bê çareser kirina pirsa kurd tenanet nikare hikûmetê jî pêk bîne.

Ji bo parastina vê derfeta zêrîn bo gelê kurd li bakûr, pêwîste yarmetiya pêş xistina pirojeya HDP bihê dan û çareser kirina pirsa kurd bi ser dewleta turk bihe sepandin û perleman û senterên biryarderên vê welatî bi beşdarî kirina bi bondora kurdan bibe cihê çareser kirina pirsa kurd û êdî tenê çek û çiya nebine amêr û cihê givaştin û çareser kirina vê pirsê.

Bi hêz kirina demokrasiyê

Piroseya siyasî a Turkiya berevajî Komara Îslamiya Îranê û Surya derfetê bi beşdarî kirina xelkê di siyaseta vî welatî dide. Her çende tiştek bi navê pirsa kurd di keltûrê siyasiya Turkiye de niye, lê pêş xistina demokrasî û praktîze kirina yasayên Ewrûpa dibe sedê pêdana azadiyên zêdetir bi kurdan ji bo xwe rêxistin kirin û bi dest xistina mafên zevt kiriyên xwe.

HDP dikare bi pêdagirî li ser pêş xistina demokrasiyê, bi hev re jiyana aştiyane, mafê mirovan û azadiyên tak mezintirîn destkeft bo gelê kurd bi dest bîne ku divê hemû aliyek piştîvaniya pirojeya HDP bike.

Ji berku yekem care patiyeka kurdî dikare cihê xwe di sîstemê Komara Turkiye de veke û di nava sîstemê de çareser kirina pirsa kurd bi ser damezrawên dewletê bisepîne.

Ev derfete di demekê daye ku êdî serdemê înakar, kodeta û goristana partiyên siayasî li turkiye di qonaxa dawiyê daye.

Ji ber vê yekê divê bi hestiyarî û şiyarî serderî digel vê serdema zêrîn a nû bihe kirin û bi awayekê aştiyane pirsa kurd bihê çareser kirin ku dikare bi awayê xwe rêveberî yan her metodekê din be ku gelê kurd li bakûr daxwaz dike.

Lê divê em vê yekê jî bizanin ku bi dest xistina her maf û azadiyekê li nava keltûrên paşketî pêwîstî bi cangorî û fedakariyê heye ku gelê kurd ne tenê li bakûr, belkû li her sê parçeyên din bi rûbaran xwîn bexşiye.

Niha serdemê HDP ye ku li egerê serkeftineka bi hêz li hilbijartinên pêşwext dikare bi projeya xwe mezintrîn destkeft bo gelê kurd misoger bike.

Guhertina dirûşma helbijartina HDP ji “em li perlemanê” (Bizler Meclis\'e) bo “em li deselatê” (Bizler iktidara) û herwiha parastina sîstemê perlemanî dikre yarmetiya HDP bide ji bo zedetir ser xistina pirojeya xwe.

Ew nivîs dîtingeha nivîskar e û ajansa Kurdpa jê berpirsyar nîne