Mekînye terorê dubare bi kar xistiye

13:08 - 16 Tebax 2015
Unknown Author
Çengîz Şikak

Komara Îslamiya Îranê pêleka nûya terorê ji bo nav birina azadixwaz û endmên partiyên siyasiyên Kurd destpê kiriye. Dawin pîlan û terora Dewleta Îranê ji bo destpê kirina pêla nûya terorê, hewldana serşûrane û şikista terora berpisê partiyeka siyasiya Kurd û şiksta pîlana teqîn li pêşberî partiyeka din bû.

Herdû kiryarên na mirovane tenê peywendi bi dîroka teror perwera Komara Îslamî niye ku bi dirêjahiya 36 salên borî teror û ji nav birina cudahiyên siyasî, neteweyî û bîr û bawer bûye parek ji dîrok û jiyana siyasiya rijîma melayan û li ser astê navdewletî bi awayekê yasayî û fermî bi terorîst û piştîvanê terorê hatiye naskirin.

Dosiyeya Mîkonons û biryara desteser kirina rayedarên paye bilindên rijîmê bi tûmeta dariştina terora Sekretêrê giştiyê PDKÎ Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bûye sedemê vê yekê ku rijîma melayan bi awayekê din dirêje bi siyaset û pîlanên xwe ji bo nav birina opozisyona rasteqîne bi taybetî li welatên Rojava bidet.

Sedemên bi kar xistina Mekîneya terorê

Destpê kiran xebata nûya bizava rizgarîxaziya gelê Kurd li Rojhelatê Kurdistanê ku hêvî û ronahiyek ji bo misoger kirina azadî û bi dest anîna mafê jiyana siyasî û neteweyî bi dest xistye, serde

Rijîma Îranê ji ber xebat û têkoşîna nû ya Rojhelat û kêm kirina bandora çalakiya nû ya pêşmerge û çûna wan bo Rojhelat tûşê tirs, dilgranî û kabosê bûye û ji vê çendê ditirse careka din gelê Kurd keç û xortên xwe yên pêşmerge hembêz bike û dengê azadîxwazî û rizgariyê bi awayekê bi hêztir li caran xew û xeyalên wan têk bidet.

Yekem hewl û pîlana ku rijîma Îranê bi tegehiştina siyasya xwe dikre bike û zemîne jî je re amadeye, bi kar xistina dubare ya mekîneya tererê li dervey îranê ye, bi taybetî li welat û cihên ku di bin bandor û desthelata rijîme deye.

Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistan) xaleka bi hêza rijîmê ye ji bo praktîze kirina pîlanên xwe. Muxabin nakokî û aloziyên siyasî navbera partiyên Başûr derfetaka zêrîn bo dagîrkerê Rojhelatê Kurdistanê afrandiye ku bê tirs û bê minnet bi rêya teror û maytê kirina siyasî û emnî li karûbarê Herêmê dîwarekê polayin navbera gelê Kurd li Rojhelat û hêzêzn pêşmerge dirust kiriye ku bi dirêjahiya 20 salên borî ji ber parastina ezmûna Kurdistanê ji hev hatibûne qutkirin.

Bê xemiya desthelata herêmê û partiyên başûr li hember vê helwîst û kiriyara neteweyî û kurdperweraneya partyên Rojhelat ji bo bê deng kirina hêcetên Komara Îslamî cihê pirsyar û dilgranyê ye ku eva bi xwe dastaneka din e û pêwîstî bi dîvreçûn û şirove kirinke din heye.

Bi kar xistina mekîneya terorê

Lê bi kar xistina mekîneya terora rijîma axundî vê carê gelek cudahî digel terorên berê heye. Caran Komara Îsalmî ji bo dûr kirina pêmerge ji gelê Kurd, şerê dijî xurtên Rojhelat û veqetandina gel û pêşmerge ji hevdu hemû metodên hovane û tirsnokane bi kar înaye.
teror kirina rêber, kadir û endamên PDKÎ, kuştina welatiyên sivîl û girtin û li darvekirina azadîzwazan bi dirust kirina dosyeyên na mrovane û herweha bê par kirina Kurdistanê ji jiyaneka bi keramet û milîtarîze kirina deverên kurdî û gelek mînakên din, hovane û terorîst bûna rijîmê nîşan dide.

Vê carê, berevajî borî, teror û kiryarên hovane yên rijîme ji bo pêşî girtin bo çûna pêşmerge bo nav gel e, ji berku dizane vê carê ji ber hoşyariya neteweyî û bêzar bûna xelkê ji sitem û zulma dewletê nikare pêşmerge û gel ji hev cuda bike û pêşyia têkoşîna nû ya bizava rizgarixwaziya gelê Kurd bigre.

Guhertinên nû yên deverê, dîwara polayina rijîmê herfandiye ku bi drêjahiya 20 salên borî ji bo tepeser kirina şoreşa Rojhelatê Kurdistanê dirust kiribû.

Herfinadina vê berbsta 20 salî bi îradeya polayin û pişt qahîm kirin bi hêza mirovî û sirûştê Kurdistanê tirs û xofek xistiye nav dile dujminan ku hemû şiyan û karînên xwe ji bo pêşî girtin bi xebata nû ya bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd li Rojhilat bi kar xistiye, ku yek ji wan bi kar xistina dubare ya mekîneya terorê ye.

Ji ber destpê kirina pêla nû ya terorê, Canê hemû azadixwazên Rojhelatê Kurdistanê ku li Başûr akincî bûne, di metrsiyê daye û pêwîste bi şiyarî tev bigerin û saziyên navdewletî û nûneratiyên welatên biyanî li herêmê haydar bikin ku komara Îslamiya Îranê careka din mekîneya terora xwe bi kar xistiye.

Ew nivîs dîtingeha nivîskar e û ajansa Kurdpa jê berpirsyar nîne