Serhildana Kela Dimdimê

21:13 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2015
Unknown Author
Kakşar Oremar

Berxwedana Kela Dimdimê ne çîrokek çêkirî ye, belkî rûdaneke rastîn a dîroka me ya azadîxwaziyê ye. Rûpelekî dîroka siyasî ya Kurdistanê ye ku serwer û bindest rastî hev hatine û kurdan serî netewandine 

Dem û çax: Sedsala 17’an, sala 1609 zayînî (1018 Hicrî Qemerî). Cih: Herêma Ûrmiyê, rojhilatê Kurdistanê. Sedem: Şerê mîrê kurdan Emîrxanê Lepzêrîn (Biradostî) li dijî siyaseta Sefewiyan a gûherandina demografiyê li Kurdistanê. Navê qehremanên sereke: Emîrxanê Biradostî, Şah Ebbasê yekemîn ê Sefewî, Xan Evdalxanê Mûkrî, Xatûn Xanim û Mehmûdê Alekanî. Heta roja îro ya em têde ne, rêya dîroka kurdan pir giran û bi dijwarî hatiye qetandin. Axa kurdan ji ber sedemên jeopolîtîk û dewlemendiya xwe heta roja îro jî, qada şerê me û dagirkerên welatê me ye.

Carna singê axa Kurdistanê bûye qada şerên giran û domdirêj di navbera Sefewî û osmaniyan de, carna jî îranî û ereban, lê ew neman û kurd jî mane û li ser axa xwe ne. Di vê navê de hinek ji kesayetî û serokeşîrên kurd xwe û hêza gel ji wan re dikirin ava aşê şerê wan ku li pey çûyîna xwe ji xeynî xela, talan û wêraniyê tiştekî din li ser jiyana kurdan zêde nedibû. Di vê navê de kêm serokên kurda jî hebûn ku hevrikiya her du aliyan dikirin û ji bo doza xwe ya neteweyî şerê her du aliyan dikirin.

Emîrxanê Biradostî yek ji wan kesayetiyên xwedî navekî qenc e ku ketiye pey rêbazeke wiha. Ji ber wê jî navê wî heta sinorên axa Kurdistanê jî derbas kirine û dengbêj û beytbêjên me weke qehremanekî neteweyî bi têrî û dirêjî wesfa kar û keda wî didin. Mijara Kela Dimdimê nasnameya şerê kurdan li dijî Sefewîyên qetlîamker bi armanca parastina şeref, namûs, keramet, sinorên axa welatekî, bihêzkirina nasnameya neteweyî û axa wan e. Şerê ji bo serxwebûna herêmî, azadî û parastina navê kurdan e.

Hê jî qîrîn û hawarên şervanên kurd di bin hişê dîrokê de mane. Hê jî qîrînên xanê kurdan bilind in dema ku digot: “Lêxin berxê mino lêxin, roj roja man û nemanê, namûs û xîretê ye.“ Hê jî dengê keç û bûkên ciwan tên guhê me ku di dawiyê de bi tilîliyan xwe ji serê kela li ser çiyayê Dimdimê avêtin xwarê ku kerameta wan neyê şikandin. Dengbêjên me tev wiha dest bi vegotina wê destana rastîn dikin: “Xurmîn e ha xurmîn e Qiseta Xanê Çengzêrîn e Ew jî rast e, derew nîne…”

Ji destpêkê heta dawiyê ew bi dirêjî jiyana xweşmêrekî dîroka Kurdistanê radixin ber çavan. Ew ji karê xwedîkirina hespên Şah Ebbas û heta gavanî û şivaniyê dest pê dike, heta dibe şervanekî cesûr û lîderekî doza gelê xwe ya rewa. Emîrxan ji eşîreta Biradostî ya rojhilatê Kurdistanê ye. Dema qewmîna şerê wî û îraniyan kesekî bi temenê xwe 45-50 salî bûye. Li pey karên cur bi cur dawiyê di nava leşkerê Sefewiyan de di şerekî bi rûsan re cesareta xwe datîne meydanê û milekî wî di çaxê şer de tê jêkirin.

Li ser wê rewşê û girtina qedrê karê wî yê kêmdîtî, şahê Îranê destûra çêkirina destekî ji zêrê sor, bo wî dide. Êdî ew wek “Xanê Lepzêrîn an jî Çengzêrîn” xwedî nav û dengekî pir bilind e. Di nava kurdan de jî weke pêşewa an jî lîderekî pir dihate hezkirin. Hurmeta wî di nava serokeşîrên kurdan zêdetir ji ya her kesî bû, lê hinek jî hebûn ku hesûdî pê dibirin û piştre bûne dijminên wî jî. Kela Dimdimê li ser çiyayekî bi wî navî hatiye çêkirin. Hinek jêder didin diyarkirin ku ew kela di serdema Sasaniyan de hatiye çêkirin û mîrê kurd careke din ji nûve ew ava kiriye.

Karekî wiha jî tirseke mezin xistiye nava dilê rayedarên dewleta Sefewiyan û bi rêya raportên ku ji Ûrmiyê û Tewrêzê gihîştine destê Şah Ebbasê Sefewî li Isfehanê, behsa niyetên xerab ên mîrê kurdan jêre kirine. Dimdim 18 kilometreyan dikeve başûrê rojavayê Ûrmiyê û heta roja îro jî li ba kurdan weke mekanekî pîroz tê dîtin. Bi awayekî ku carna wê berxwedanê wek şerê kafir û misilmanan jî bi nav dikin. Berxwedana Kela Dimdimê ne çîrokek çêkirî ye, belkî rûdaneke rastîn a dîroka me ya azadîxwaziyê ye. Rûpelekî dîroka siyasî ya Kurdistanê ye ku serwer û bindest rastî hev hatine û kurdan serî netewandine.

Ji ber wê jî serpêhatiya qehremanên çîrokê ji nava kûrahiya dilê civakê derketiye û bi derbasbûna sedan salan re hê jî ji hişê civakê derneketiye. Ew serbihûriya rastîn bi rêya xweşxwanên kurdan ve li jêr navên weke: “Dimdim, Kela Dimdimê, Xanê Lepzêrîn, Xanê Çengzêrîn, Xanê Dimdimê û hwd” bi varyantên cuda cuda tê gotin. Ew weke dîrokzan û ragihandinkarên kurdan ên sedsala 17’an bihayekî giran didin nav û keda azadîxwazên axa xwe. Navê qehremanên çîrokê bi bîra me tînin û qîmeta azadîyê li ba kurdan didin kifşê. Azadîperestî li ba kurdan ji qîmeta jiyan û canê wan jî zêdetir e. Peyama herî girîng ku heta roja îro jî em dikarin ji wê berxwedanê bistînin ev e: “Kurdan bi hemû hêz û îradeya xwe şer kirin, îmkanên wan kêm û şervanên wan jî ji yên dijmin hindiktir bûn. Careke din jî bi wê têkçûnê re kurd ketin rewşa bindestiyê lê neşikestin.“ Di beyta Kela Dimdimê de jiyana gelê kurd ya wê serdemê di xwedîka dîrokê de tê kifşê.

Jêderên girîng

Sê jêderên girîng ku behsa serhildana Dimdimê dikin evin: Feqiyê Teyran (1590-1660 ) di nava kurdan de yekemîn kese ku bi nivîsandina beyteke dûr û dirêj behsa li ser wê bûyera rastîn disekine û bi hûrgilî tabloyê şerê kurdan û Eceman radixe ber çavên me. Feqiyê Teyran weke kesekî rewşenbîr û xwedî hisên kurdperweriyê li ser meselê disekine û bi daxbarî behsa rewşa dawiyê ya mîrê kurdan dike ka çawa li hemberî artêşa Sefewiyan sekiniye û serê xwe ji Şah Ebbasê Sefewî re netewandiye. Pirtûka Alemarayê Ebbasî ku ji hêla Iskender Monşî, weqayênivîsê koşka Şah Ebbasê Sefewî ve hatiye nivîsandin. Tevî ku ew xûlamokê wane û weke şovenîstekî li dijî aliyê kurd dinivîse, lê di pirtîka xwe de bi eşkerahî behsa şervanî, mêrxasî û wan rêç û dirban dike ku Sefewiyan li dijî kurdan bikar anîne. Dengbêjên kurdan bi sedan sal e ku li ser şerê Kela Dimdimê dibêjin. Ew carna di qalibê straneke dûr û dirêj de, carna weke beytbêj û carna jî weke serpêhatiyekê behsa Emîrxanê Çengzêrîn û berxwedana şervanên wî dikin.

Dengbêj û Dimdimê

Cihê baldariyê di vir da ye ku beyta Dimdim bi her du zaravên zimanê kurdî (Kurmancî û Soranî) hatiye gotin û ji hêla hinek hunermendên ermen ve bi zimanê ermenî jî hatiye gotin. Mamostayê nemir Heciyê Cindî di pirtûka xwe ya bi navê „Dimdim“ de bi dirêjî behsa wan dengbêjên kurd û ermen dike ku li gundên kurdan û ermenan ji wî re axivîne û stran gotine. Li herêma Mûkriyan dengêbêjên ku kilama Dimdimê gotine û dengê wan bi tomarkirî maye kesên jêr in: Mam Husên Mamereş, Mihemed Ehmedî, Rehman Bekir, Mihemedî Xezalî an jî Hemdî Beytan, Sorey Ezîz Aman, Ehmed Lotfî, Qareman Şayêr û Ehmedî Şeng. Ew bi vegotina çîroka rastîn a Dimdim hisên welatheziyê di nava kurdan de bihêztir dikin. Ew bûyer di çav û hisên wan de wisa bi qîmet e ku carna ji hêla dengbêjên herêma Botan û Behdînan, carna ji hêla yên Ermenistan û Gurcistanê û carna jî ji hêla dengbêjên herêma Mukriyan û Ûrmiyê ve serpêhatiya şervanên Kela Dimdimê tê bihîstin.

Cih û girîngiya kelayên Kurdistanê

Cih û girîngiya kela an jî qelayan di dîroka Kurdistanê de gelekî ber bi çav e. Li pey şikestina serhildana kela Dimimê pêvajoyeke nû ya siyasî li Kurdistanê dest pê kir û ew jî peymanek bû ku di navbera du imparatoriyên Osmanî û Sefewî de hate îmzakirin ku hemû kelayên li ser xeta sinorên du dewletan bêne xerakirin. Çimkî wan dizanî kurd hebûna xwe di nava dîwarên wan kelayan de diparêzin û hebûna xwe wek miletekî cuda ji ereb, tirk û farsan dibînin. Pêre maf û daxwazên xwe yên meşrû dixwazin û dema ku ew li dijî wan derdikevin dîwar û bircên kelehên Kurdistanê dibine çeperên xweparasatina kurdan. Ji ber wê jî ew heta ji kevirên kelayên Kurdistanê jî ditirsin û wan biser hev de tînin xwarê. Niha belkî tenê binêşe an jî dîwarên Kela Dimdimê, Xoy, Selmas, Mako û hwd mabin. Ew xerakirina mîrasên çandî-dîrokî yê kurdên rojhilatê Kurdistanê heta roja îro berdewam e. Dimdim Xanê kurda, Xanê Çengzêrîn, Xan Dimdim, Qizilbaş, Celalî, Biradostî, kurd, Efşarî, Sefewî, Mehmûdê Alekanî, xiyanet, mêrxasî, berxwedan, Kurdistan, Îran, Ûrmiye, Mûkriyan û hwd, tev ew peyv in ku bi rêya vegotina beyta Dimdim digihîjin guhên me. Her yek ji wan peyvan nasnameya xwe heye û divê bidirêjê bêne şorivekirin. Di beşa duyem ya vê nivîsê de em ê bêtir li ser destana rastîn a Kela Dimdimê bisekinin… (Dê bidome)

Bîranîna berxwedana Dimdimê

HETA BERÎ sed salan jî kurd di her demsala biharê de diçûn ziyareta Dimdimê, li wira qurbanî serjêdikirin, li ser qehremaniya wan dengbêjan, mêrxas û jin û keçên çeleng kilam digotin. Hinek digiriyan û bi hêstrên çavên xwe şehîdên Kela Dimdimê bi bîr dianîn û di dilê hinekan de jî hîsên tolhildanê bihêztir dikirin û rêya xwe ya paşerojê peyda dikirin. Berxwedana Kela Dimdimê ji nifşên sedsalên derbasbûyî re manîfestoya jiyan û xebata siyasî bû. Bi bihîstina wê beytê wan hebûna neteweyî diparastin û serbilindî bi qehremanên wê destanê dikirin. Wiha ye ku kurdên bêdewlet heta roja îro jî nasnameya xwe ya neteweyî parastine û hemû hewldanên dagirkerên Kurdistanê vala derxistine.

Guhbidin: Hozan kazo dimdim