Ziman bingehê nasnameya kurdî ye
13:12 - 25 Kanûna pêşîn 2012
Unknown Author
Kendal Nezan
Gelek milet hene wek sirb, xirwat û bosnayiyan ko bingehê nasnameya wan olî ye, tevî ko zimanê wan yek e jî, lê jiber ko mezhebê wan cuda ye, ew bûne sê miletên cuda. Hinek milet jî hene ko nasnameya wan di nav dîrokê de çêbûye, dîrok bingehê nasnameya wan e.
Bingehê nasnameya kurdan zimanê wan e. Di nav kurdan de, êzdî, kakeyî, sunnî, şîî û elewî jî hene. Lê xala hevbeş ya di navbera wan de, zimanê kurdî ye, loma hemî wek kurd tên nas kirin.
Zimanê kurdî mîna piraniya zimanên ko li ser devereke erdnîgarî ya berfireh hatiye belav kirin, ji gelek zaraveyan pêk tê. Du zaravên serekî hene, kurmanciya jorîn û ya jêrîn li gel zazakî, dimilkî û yên din. Bêtiriya zimanên cîhanê ji gelek zaravan pêk tên, wek mînak zimanê çînî ko ji her çar mirovan li cîhanê yek çînî ye, ji diyalektên cuda pêk tê. Li Ewropayê jî wiha ye, li Îtalyayê ko zaravê bajarê florence wek zaravê serekî tê hesibandin, her navçeyê bi zaravê xwe dinivîsîne û dipeyive û ev yek nayê wateya ko Îtalî ne netewek in. Zimanê erebî jî ji gelek zaravan pêk tê. Li Fransa jî heta sedsala 16-ê, fransiyan bakur û başûr hebûn û heta şerê cîhanê yê yekem jî domand. Loma pirbûna zaravan ne kêmasî ye, lê dibe ko nîşana dewlemendiya ziman bi xwe ye.
Ziman di nava sedsalan de, peyde dibe û di nav çend nesl û nifşekî de winda dibe. Wek mînak, li vê navçeyê zimanê aramî hebû, ko nêzîka 600 salan zimanê siyaset û dîpolamsiyê bû li vê navçê, herwiha zimanê hezretê Îsa yê axaftinê bû, lê niha bi tenê li hinek gundên Kurdistanê û Sûriyê tê bikaranîn. Zimanê kurdî jî jiber bê dewletbûna kurdan, di sedsala bîstan de, li jêr metirsiya windabûnê ye. Nemaze li Tirkiyê zimanê kurdî ji 90 salan û virde li jêr xetera asîmalsyonê ye.
Dema Enstîtuya Kurdî li Parîsê hat damezrandin, yek ji erkên wê yên serekî parastin û vejandina zimanê kurdî bû. Cara yekem li sala 1983-ê, me hemî zimanzan û nivîskarên kurd ên Ewropayê yên ji hemî parçeyên Kurdistanê di nav wan de Brahîm Ehmed, Dr. Kemal Fûad û Ferhad Şakelî û kurdên Îran, Bakur û Sûriyê civiyan derbarê zimanê kurdî. Piştî çend rojan, em gihiştin wê baweriyê ko pêwîstiya zaravê kurmanciya xwarê yan soranî li Başûrê Kurdistanê bi karkirina li ser ziman tune û pirsgirêkên ko hene dikarin di çarçova karê \"Korî Zanyarî Kurd\" de bên çareser kirin. Man herdu zaravên din, kurmancî û zazakî.
Meseleya ger zaravê soranî bibe zimanê kurdî yê standart, xewnek e. Lewra ko ne mumkin e kurdên dinyayê bi tevahî fêrî soranî bibin û wê bi kar bînin û dewleteke kurdan ya yekbûyî tune ko xelk di xwendingehan de hînî vê zaravê bibin. Loma me baş dît, kurmanciyê bipêş bixin û ragihandin û medya bi vî zaravî rêkûpêktir bikin. Ev di heman demê de, parastina dewlemnediya zimanê kurdî ye û divê hemî zarav bên parastin û bigihînin nifşên nû.
Li ser vê bingehê, enstîtuyê biryar da salane du caran nivîskar û zimanzanên kurd bicivîne û di pêşî de pirsgirêka rêzimana kurdî bê zelalkirin, pirsgirêka rastnivîsa zimanê kurdî çareser bike û parastina gencîneya edeba klasîk a kurdî û gihandina berhemên wêjevanên klasîk ên wek Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran bo nifşên nû. Herwiha parastina gencîneya folklorê kurdî yê resen û peyvên rojane yên kevin û parastina devokên kurdî, herwiha karkirina li ser termînolojiyên nû yên ko derbasî nav zimanê kurdî dibin. Heta niha 66 kes beşdarî van civînan bûne, 34 ji wan ji Kurdistana Bakur, 19 ji Kurdistana Başûr, 3 ji Kurdistana Rojhilat, 4 ji Kurdistana Sûriyê, 3 Kurdên Sovyêtê û 3 zimanzanên biyanî bûne. Van zimanzanan bi nêzîka 10 zimanan dizanîbûn, loma van gengeşeyan sûdeke mezin dan pirsa me ya ziman.
Di çarçoveya enstîtuyê de du komisyonên me yên ziman hene, komisyonek li ser zaravê kurmancî kar dike û ya din li ser zaravê zazakî. Nêzîka 38-40 milyon kurd li cîhanê hene û nêzîka ji sedî 66-ê wan bi zaravê kurmancî dipeyvin. Li Kurdistana Bakur nêzîka 19-20 milyonan hene û derdora 15-16 milyonan bi kurmancî dipeyvin, li Kurdistana Îranê 10-11 milyon kurd hene û nêzîka 4 milyonan bi kurmancî daxivin, kurdên Sûriyê jî 2–2.5 milyon in û bi kurmancî daxivin, herwiha kurdên diaspora û derve wek kurdên Asya Navîn û Ermenistan, Lubnan û Yekîtiya Sovyêtê ya berê jî bi kurmancî daxivin.
Îro, nêzîka 2 milyon kurdan bi zazakî dipeyivin yanî ji sedî 5-ê kurdan, soranî jî nêzîka 10 milyonan pê dipeyvin li Îran û Îraqê angu ji sedî 25-ê kurdan. Loma kurmancî zaraveke pir giring e û divê bê parastin. Civîna me ya yekem li Catalonya ya Spanya bû û di 18-ê Nîsan a 1987-ê de bi hevkariya hikûmeta Catalonya hat li dar xistin. Di civînê de cara yekem nexşeya Kurdistanê bi navên kurdî hat amade kirin û belav kirin, du caran em li Brûkselê civiyan û du caran li Denmarka û du caran em bûn mêvanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Duhokê, herwiha civînên me yên din li Paris û Swêdê çê dibin.
Em encamên her civînekê di rengê belavokeke taybet de didin weşandin û li ser medya kurdî tê dabeşkirin. Îro rojnamegeriya kurdî ya kurmancî li Sûriyê û bakur van termînolijiyan bikar tînin, me di dirêjiya xebata xwe de kurmancî kir modeke nû û nivîsandina bi kurmancî akteul kir. Me hemî jimarên belavoka \"Kurmancî\" wek kitêb çap kir ko ji gelelk beşan û ji 1120 rûpelan pêk tê. Ev kitêb berî heftiyekê li Stenbolê derket. Ev xebata zêdeyê 20 salan e û em dixin jêr xizmeta zimanê kurdî bi mebesta hevgirtina ziman. Helbet, armanca me ne ew e ko kurmancî bibe zimanê kurdî yê standart, lê bi dîtina me divê hemî zaravên zimanê kurdî bên parastin û dewlemend kirin.