Zextên navendên ewlekarî li ser çalakvanên çandî

15:06 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Ew demeke îdareya Îstixbarat (Îtilaat) a Îranê li parêzgeha Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, bi awayên cur bi cur zext û givaşan li ser çalakvanên çandî çê dike û hember çalakiyên wan asetngiyan derdixe.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, navendên ewlekarî ên parêzgeha Urmiye (Azerbaycana Rojava) li bajarê mezin ê Urmiye û çand bajarên din ê wê parêzgehê, 50 çalakvanên çendî bo lêpirsînê vexwendine.

Yek ji wan çalakvanên ku ji aliyê hikûmetê ve bang lê hatîkirin di hevpeyvînligel ajanda Kurdpa ragihand:“Wê navendê daxwaz ji me kiriye daku em çalakkiyên xwe yên çandî bidin sekinandin.”

Wî welatiyê Kurd ku nexwest navê wî aşkere bibe, qala wê yekê ji kir: Di heyamê mehekê de, zêdeyî 50 welatiyên Kurd ji aliyên navednên ewlekar yên Îranê ve hatibûn bangkirin ku di nava wan de wezîfedar jî dihatin dîtin.

Heman çavkaniyê eva jî eşkere kir ku ew wezîfedarên ku hatinî bangkirin bi wan hatiye gortin, di egera dev ji çalakî bernedanê, erka wan a karkirinê dê ji wan bê standin.

Pêwîste bê gotin, çavkaniyên herêmî destnîşan kirine ku ew welatiyên Kurd bi hinceta encamdana çalakiyên siyasî hatine vexwendin û zext li wan hatiye kirin.

Her wiha çavkaniyeke agah nasnameya hejmerek ji wan kesane bi ajansa Kurdpa re îlan kir, lê ajans belavkirina nasnameya wan bi awayekî nehênî diparêze.

Wê jêderê di dawiyê de eva jî anî ziman: Tevahiya kesên bang jê hatîkirin, bi awayekî çavgirêdayî bo heyamê 3 heya 5 demjimêran lêpirsîn ji wan hatiye kirin.