Zextên li ser jinan û xwekuştina wan li Îranê

15:05 - 17 Hezîran 2015
Ajansa Kurdpa: Di çend rojên derbasbûyî de, du keçên Şinoya rojhilatê Kurdistanê, bi sedemên nediyar xwekuşt in. Keçeke bajarê Urmiyê jî hat winda kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan, keçeke ciwan a Şinoyî, Suheyla Perwaneweten li mala şexs a xwe dest bi xwekuştinê kir û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Hatiye ragihandin ku wê keça ciwan bi rêya darvekirinê dawî bi jiyana xwe aniye.

Her girêdayî vê tewer (mewzû) ê, li li taxa pişt mizgefta “Faroq” a Şinoyê, di heman rojê de dîsa keçeke bi nav Meryem Şehriyarî, xwe bi benekî daliqandibû û di encamê de miribû.

Heya neha sedema wan her du xwekuştinan nehatiye zelal kirin.

Li aliyê din, çarenivîsa Şîrîn Muslih Jaravayî (18), keça Seyîd Feysel li gundê Jarava ê ser bi Mirgever a Urmiyê nediyar e. Ew keça ciwan bo beşdarîkirin li konkur (senav) a giştî çûbû bajarê Urmiyê.

Çavkaniyeke agah li ser vê mijarê ji ajansa Kurdpa re ragihand: Tevî vê yekê ku malbata wê keçe xwendekar, serdana hemû navendên ewlekarî yê parêzgeha Urmiyê kirine, lê tu zanyariyek derbareya, çarenûsa Şîrîn Muslihabadî bi dest nexistin e.