Zevicandina bi zorî, bû sedema xwekujiya keçekê li Bokanê

15:55 - 8 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Diyardeya xwekujiyê ya ciwanên Kurd hindî ku tê, zêdetir belav dibe, û berpirsyarên hikûmeta Îranê,pêngava herî biçûk ya bu kiryar bo kêmkirina rêjeya xwekujiyê hilnegirtine.

Li gora rapora ku gihaye Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di dawiya hefteya borî de, hewla hevwelatiyeke Bokanî, bi armanca zevicandina bi zorî ya keça xwe, bû sedema vê ku ew keça temen 21 salî xwe bikuje.

Nasnameya vê keçê, Kewser Rehmanî keça Sidîq hatiye ragehandin, ku navbirî ketiye bin zexta bavê xwe de, da ku digel kesekî jiyana hevapr pêk bîne, ku 20 salî jê meztir e.

Nûçegihanê Kurdpa ragehandiye ku hewlên Kewserê di hemberî xwesteka bavê xwe de, bê encam maye, û di encam de navbirî roja Pêncşemiyê 14’ê Xezelwerê di binerda mala xwe de, di taxa Elîava ya Bokanê xwe bidarvekir.

Herwisa li gora wan raporên ku gihane destên me, rojên 14 û 15’ê vê mehê keç û kurekî ciwan li bajarê Serdeştê dawî bi jiyana xwe anîn.
Nasnameya vê keçê jî, Sarîna Şerîfpûr hatiye ragehandin ku roja borî di gundê “Qela Reş” dawî bi jiyana xwe aniye.

Roja berê jî di gundê “Dolkan” a Serdeştê kurekî temen 22 salî bi navê Eskender kurê Mistefa dawî bi jiyana xwe anîbû.

Li gora çavkaniyên Kurdpa, nawendên dewletî wekî rêkxirawa “bêhzîstî” hewla herî kêm dane bona pêşgirtina ji vegeşîna xwekujiyê di Kurdistanê de.