Zawayek ji aliyê xizmên hevjîna xwe ve hat şewitandin

14:16 - 25 Gulan 2015
Ajansa Kurpa: Beriya niha bi çend rojan, malbateke Mahabada rojhilatê Kurdistanê, agir berdan zawayê xwe. Sedema wê bûyerê nakokiyên malbatî hatiye destnîşan kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa û bi gotina çavkaniyeke agah a nûçeyan, ciwanê bi navê Bêhzad Tahirabadî (25) ku bo lihevkirina ligel xizmên hevjîna xwe, serdana malbata xezûrê xwe kirbû; li wir gotegot navbera du aliyan çêdibe ku di encamê de zawa rastî wê bûyera şewatê tê û dawî bi jiyanê tîne.

Wê jêdera nûçeyan, di berdewamiya axaftina xwe de diyarkir ku Bêhzad Tahirabadî, bi sedema giraniya bîrînan, demildest ew rakirbûn nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê, lê bi sebeba dijwariya şewatê, li wir dawî bi jiyana xwe anîbû.

Pêwîste bê gotin, zawayê hatî şewitandin ew 3 meh bûn jiyana hevpar pêkanîbû.

Çavkaniya agah a nûçeyan di dawiye de eva jî anî ziman: Malbata Tahirabadî şikayetek li ser vê pirsê tomar kirine, lê hîna tu kes bi wê sedemê nehatiye binçavkirin.

Tê gotin ew hemwelatî xelkê gundê “Tîkanlûce”yê Mahabdê bûye.

Pêştir Xalid Tewekulî ,civaknas li Seqiza rojhilatê Kurdistanê di hevpeyvînekî ligel ajansa Kurpa, li ser pirsa bûyerên kuştinê li Îranê ragiandibû: Ew tund û tûjiya li welatê Îranê tê dîtin, beşek bi sedema kirîzên aborî, civakî û siyasî ye ku bûye sedem da hemwelatî nikaribin hember gotinên hevûdû xweragir bin û ji qusûrên hev biborin.

Wî mamosteyê zanîngehê herwiha gotibû ku dema zext û givaşên aborî bi ser gel de hakim bin, bêkarî zêde bibe û azadiyên siyasî bên sînordarkirin, wê demê tund û tûjî berfereh dibin û hemwelatî jî bi neçarî rastî bûyerên xirab tên.