Zanyariyên nawenda amara Îranê li gel rêjeya nifûsa bêkarên welat ne teb

16:44 - 29 Gulan 2012
Kurdpa: Endamê komîsyona civakî a parlementoya heştemîn ya Îranê ragehand ku zanyariyên nawenda amara Îranê li gel rêjeya nifûsa bêkarên welat ne tebayî heye û niha li ranê de deh milyn bêkar hene.

Daryoş Qenberî derbarê bêkariyê û zêdebûna rêjeya bêkariyê bi nûçegihaniya “Êko newse”ê ragehand ku bêkarî ne tenê bo Îranê bûye pirsek micid, belku gellek welat hene ku di gel pirsa bêkariyê berbirû ne.
\"4693.jpg\"
Raporên nawenda amara Îranê vê yekê eşkere dikin ku nirxa bêkariyê li sala 1390’î de, 8.2 milyon kes bûye, ku bi raya min ew rêje ne rast e, û di gel rastiya civaka Îranê yek nagre. Qenberî nûnerê Îlamê li parlementoya heştemîn deew yek jî zêde kir ku niha nifûsa bêkarên ranê gihîştiye 10 milyon kesî. Jiber ku berhevdanêt nawendên serjimêriya Îranê ne durust e.