Zanîngeha Tevrêzê/Keçeka Xwendekar seva Jehrîbûna xwarinê canê xwe ji dest da

16:23 - 27 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Keçeke Xwendekar ya pêymangeha Werzêrî a bajarê Tevrêzê seva jehrî bûna xwarinê,canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, Roja Pêncşem berwar 25’ê Nîsana 2013’an keçeka xwendekar a zanîngea Tevrêzê binavê Meryem Ekremîfer seva jehrîbûna xwarinê canê xwe ji dest da.

Keça han xelkê bajarê Îsfehanê bû û li destpêka heftiya bihurî de sev jehrîbûna xwarinê û piştî şandin jibo nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Pizîşkê Yasayî yê bajarê Tevrêzê sebebê mirina keça han jehrîbûna xwarinê ragehandiye.

Niha pitir ji 20 hezar xwendekar li bajarê Tevrêzê mijûlî xwendinê ne,ku li sala bihurî de seva wergirtina zaf a xwendekaran û zafbûna heşimeta xwendekaran, pirsgirêkên zaf jibo wan çêbûne.