Yelda Ebasî: Min ji ber eşq û evîna heyran û alîgirên xwe piştî daketina ser dike, salon neterikand

16:02 - 7 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Yelda Ebasî hunermenda ciwan û dengxweş a Bakûra Xurasanê di festîvalek mozîkê ku li bajarê Sine birêve çû, bi nîşaneya nerazîbûn li hember reftara kirêt û berqesd li ser dika sallonê pêre, salona festivalê terikand û xwe ji wergirtina lewha pêzanînê parast.

Li gor raporên gihîştî bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Yelda Ebasî ku li ser vexwendina fermî ya birêveberên \"festîvala netewî a çand û hunera netewên Îranê\" çûbû bajarê Sine. Piştî birîn û nizimkirina dengê wê li dema strangotina li ser dikê de, serbarê îsrara birêveberê festîvalê, hola festîvalê terikand û vegeriya hotela cihê mana xwe.

Yelda Ebasî li vê derheqê de bi ajansa Kurdpa ragihand: \"Min tenê ji ber rêz û hurmeta beşdarên fesîvalê, piştî hatine xwar a ser dikê, salon neterikand. Çûnkî gelek ji wan heyranên dengê min bû û ji ber min hatibûn, lewre min jî nexwast ku wan berçav negrim\".

Yek ji keçên beşdar di festîvalê de bi nûçegihanê Kurdpa ragihand: \"Kêmkirina dengê Yelda’yê bûye sedema nerihetî û nerazîbûna jenyaran û jenyarê Duta’yê piştî jenînê, saza xwe maç kir û ji salonê derket\".

\"26387.jpg\"
Yelda Ebasî:Min tenê ji ber rêz û hurmeta beşdarên fesîvalê, piştî hatine xwar a ser dikê, salon neterikand. Çûnkî gelek ji wan heyranên dengê min bû û ji ber min hatibûn, lewre min jî nexwast ku wan berçav negrim
Yekî din jibeşdarên festîvalê serbarê erêkirina vê nûçeyê da zanîn: \"Berpirsiyarên festîvalê ji ber jinbûna Yelda Ebasî bi enqest dengê mayk û mîrofanan kêm û nizm dikirin; yanî bi awayekê ku dengê wê di nava dengê mosîqa û hevxwanê mêr ê wê de nedihat bihîstin\".

Wê herweha da zanîn ku piraniya bilîtên festîvalê hatibûn firotin û xelkek zaf jî li pişt deriyê salonê û li ser şeqamê de mabûn.

Sînordar kirin û nehiştina hunermendên jin di Îranê de piştî hatine ser kar a Hesen Rohanî I hawîna sala borî de xurttir bûye û di vê midehê de pêşgîrî ji birêveçûna çendîn konsertan hatiye kirin ku hunermendên jin têde beşdar bûne.

Rojnameya Şerq, berê jî di raporekê de bas ji qedexekirina beşdariya hemxwan yan jenyarên jin di îcrayên zîndî Ii 13 parêzgehan de kiribû.

Husên Elîzade ê jenyar berî niha Ii dor berbendên li pêşiya jinan de ragihandibû: \"li derbasbûyî de jinan tenê li çand bajaran de ruxseta beşdarîkirina ser dike nebûn, lê niha hemû bajar bi awayek hevaheng pêşde dicing ku li gurûpên jenyaran de jî nabe jin hebin.

Yelda Ebasî, sis ala 1366an a Rojî de I bajarê Şîrvan a parêzgeha Xurasna Bakûrî de hatiye dine û sala 1387an a rojî de, li nik mamostayên mozîka Xurasanê de dest bi hînbûna jenîna \"Dutar\"ê kiriye.

Ew hunermenda ciwan ya kurd di sala 1389an a rojî de yekem albûma xwe ya hunerî di bin navê \"Kuwat\" bi hevkariya diya xwe û Muhsin Mîrzazade weşand û bi pêşwaziyek bêmînak a kurdan di hemû beşên Kuridstanê de ber bi rû bû.

Yeda Ebasî piştî du salan xebat û tekoşînê, albûma \"Kuwat\" amade kir ku heya niha jî ji aliyê wezareta çand û îrşada Komara Îslamî a Îranê ve îzn û ruxseta belawkirrina wê nehatiye dayîn.