Hêzên ewlehiyê Zîlan Kemanger a xelkê Kamyaranê binçav kirin

17:57 - 29 Çirriya pêşîn 2025

Sibeha roja Çarşemî, 7ê Xezelwera 1404n a Rojî, Zîlan Kemanger, welatiya Kurd a xelkê Kamyaranê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihek nediyar veguhastin.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar, hêzên ewlehiyê bêyî belgeya dadgehê êrîşî mala wê welatiya Kurd kirin û ew binçav kirin.
 
Çavkaniya agahdar zêde kir: Piştî lêgerîna malê, hêzên ewlehiyê telefonên desta yên endamên malbatê dest biser de girtin û ew birin.
 
Zîlan Kemanger keça Hisên Kemanger e, girtiyeke siyasî yê berê ku roja Çarşemî, 29ê Befranbara 1404an a Rojî, piştî dayîna barimteya Yek milyard Tûmenî, ji girtîgeha Navendî ya Sine serbest hate berdan û paşê ji tohmeta "serhildanê" hate tebrekirin.
 
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên ku li dijî Xanim kemager hatine kirin tune ne.