Bane: Binçavkirina Şaho Êbrahîmî û veguhestina wî bo cihekî nediyar
09:55 - 25 Çirriya pêşîn 2025
Roja, Yekşem, 17 Rezbera 1404`an a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê "Şaho Êbrahîmî" ku xelkê gundê "Sebedlû" ya ser bi bajarê Bane, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û veguhestin bo ciheke nediyar.
Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye; Êbrahîmî, ku bi eslê xwe xelkê Seqizê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di serdegirtina mala wî de û bêyî pêşkêşkirina belgeya dadwerî li cihê rûniştina wî li gundê "Sebedilû" hate binçavkirin û bo cihek nediyar veguhestin.
Heta dema belavkirina vê nûçeyê, tu agahî li ser sebeba binçavkirin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd tune ye.