Mehabad; Keyvan Mamegulî şeş meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

09:54 - 25 Çirriya pêşîn 2025

Roja 29ê Rezbera 1404an a Rojî, Welatiyekî Kurd ê bi navê "Keyvan Mamegulî" xelkê Gogtepe ya Mehabadê, ji aliyê taya Yekem a Dadgeha Şoreşê ya vî bajarî ve bi tohmeta "propagandaya li dijî hikûmetê" şeş meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
 
Li gorî çavkaniyek agahdar, ev ceza roja Sêşemê, 22ê Rezbera 1404an a Rojî, ji vî welatiyê Kurd re hatiye ragihandin.
 
Sibeha roja Pêncşemê, 19ê Rezbera 1404an a Rojî, Keyvan Mamegulî bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo yek ji navendên ragirtinê yên ewlehiyê yên Mehabadê hatibû veguhastin. Piştî temamkirina pêvajoya lêpirsînê, piştî dayîna barimteyê, ew bi awayê demkî ji girtîgeha Mehabadê hatibû berdan.