Bokan; Hêzên Ewlehiyê Fetah Yûsifpûr binçav kirin
06:38 - 30 Çirriya pêşîn 2025
Roja Sêşemî, 27ê Xezelwera1404`an a Rojî, Fetah Yûsifpûr, welatiyekî Kurd ê xeykê bajarê Bokanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirn û bo ciheke nediyar veguhastin.
çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê ev welatiyê Kurd di mala şexisî de bêyî pêşkêşkirina belgey dadwerî binçav kirin e.
Çavkaniya agahdar zêde kir: Piştî lêgerîna malê, hêzên ewlehiyê telefona desta ya Yûsifpûr dest biser de girtin û bi xwe re birin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî welatiyê Kurd tune ne.