Yekîneyeke berhemanînê di Selmasê de xisareke milyardî dît

20:13 - 22 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Agirketina bi yek ji kargehên berhemanîna deriyan di bajarokê pîşesaziya bajarê Selmasê de, 2 milyard û nîv xisar dît.

Li gora nûçeya gihîştî, şeva Înê yek ji yekîneyên pîşeyî ên berhemhînana deriyan di Selmasê de agir girt, ku di encamê de xisareke zaf li beşên komgehê (enbarê), îdarî, beşa nîgarkêşî, dartaşî û amêr û keresteyên van beşan ket.

\"29045.jpg\"
Bûyer bi vî rengî ku fermandariya Selmasê ragehandiye, xisara canî tunebûye, lê radeya xisarê zêdetir ji 2 milyard û nîv bûye.

Ew bajarokê pîşesazî a Selmasê yek ji yekîneyên herî navdar ên berhemanîna deriyan e, û nêzî 500 kesan tê de kar dikin.

Heyamekê berî niha cihgirê pilandarêjiyê yê parêzgeha Urmiyê gotibû ku zêdetir ji 1000 yekîneyên berhemhînana vê parêzgehê bi sedema nebûna sermayê, û nebûna nextînê û …hwd sekinî ye, û daxistî ne.