Yekgirtina zimanê kurdî Pir girînge belê…

16:24 - 23 Adar 2013
Unknown Author
Tariqê heso

Bêgûman ziman pênasa her miletekî ya ji aliyê rewşenbîrî û çandîve , her wesa dibt a çhefengan kurdemiz jibo şaristanîyamiletan didenanaskirin, em di karînbêjînewtişteya li naveînsanada her dem di karitxwepêşbêxitûxwenuketeva li gelkasêpê di axivit.
Her jiber hindê ziman tiştek zor girînge bo her miletekê ji layê xewndin û nivêsîna Yekgirtîve , ne xasme bo wan miletên bindestbuyîn wekî(Kurdistanê).

Çunku di boçuna min da ev zêdabûna zarave li Kurdistanê vedigere bo dûfekterên serekî:Ya yekê siruştîya coxrafiya Kurdistanê ya pir ji çîya yên bilnd û nehalên kûr ya buya egera hatin û çûnê bi zehmet li navdeverên Kudistanê da û buye arîşa xelkê.
Ya duyê: Kurdistan ya dabeşkirîya li navbeyîna çar welatan û her welatek jî sîyseta xwe ya tayîbet heye rêk li ber zimanê kurdîgirtiye û ji layê dîyalokêve,ji ber hindê divêt em hemuzaravên kurdî wek yek bi bînîn ankû bêferq û cudahî.
Lê belê eger em nêzeyî zimanê kurdî ji aliyek dinve bikin û zaravên wî pirneve jî vedigerin bo dîroka ziman û zengînîya ziman ji aliyê pir gotinên twek yek (miradife).

Helbet gelek caran mirov hizra xwe de tişttên bîra mirov ji wan gelek kevnin , belkî hind ji wana taze bin. Eva ji çêdibin demê mirov li gelxwe xeber di det û mêşkêxwe dide û hizr kirin li ser tiştên derbazbuyî.

Her li wê bêdengîyê de carna mirov bi keyfxweş dibe û her wesa carna damayî û bê xulk dimînit her bi xwe di bêjit xozî hosa bayan ji xozî hosa neba cihê daxêye.

Çunkî mirov demê zarok u nefam heta mezin di bitçî kur yan kic gelek hêvî û omêd hene, li gel hindê xoşî û nexoşî jî hene û hemu li berçav de derbas dibin wek filmî di xeyala mirovan de. Gelek caran ev hizra dernak ev hizre heta li gel wî diçt rehmetê.

Belê bela em ji bîr nekeyin gelek caran hevî u omêd dibin rastevajî û dibine xoşya jiyanê li gel mirov wekî(Xewnek ku dibe rastî) eva jî dibe keyîfek mezin. Her wekî me eşaret pêkirî xewin bûya rast li miletê kurd rizgarbûna Kurdistanê bû piştî sedan sala. Belê supas bo xudê eve jî li serdemê me bu (parçekji Kurdistan mezin rizgar bû ) hikmet û serok û dezgahên dewletî ji xebat û şoreş û berxudana gelê meye,eve jî hevîya her kurdekî kurdperwer bû.

Erê em dizanin omêdên me gelekin,belê ya piştî rizgarbûnê (Yekgirtin a zimanê kurdî li navbera hemu zaravan) çunkî ev yekgirtina ziman (sitandard) dibite egerek jibo yekgirtina miletê kurd jihemû aliyan, ji sîyaset, aburî,rewşenbîrî, çivakî … .

Raste ku ev yekgirtin bi zehmete li navbeyina çar dewletan her yek ji vana sîyaseta xwe ya tayîbet weheyî û gelk wext û zanabun divêt lê belê wekî dibêjn her gav havêtinek nêzîk bûne. Belê eger zimanekî sitandard çêbe derfetek mêjuyî ji gelê kurd bi temamî, eva ji cîhê fexrêye jibo me kurda .
Her çend a piştî danana perleman û hikûmeta herêma Kurdistanê gelek bizav û çalakiyên tên kirin ji layê wezareta rewşenbîrî a bo vî babatê tên encam dan, li gelek cihan çî li Hewlêr a payîtext û çi li Êwropa wekî Berlin û gelek bajarên din.

Belê cîhê daxêye eva hemu bûn konfiransên bê encam. Her çenda em jibîr nekeyîn rolê kek Mesud Barzanî di gelek konfirans û çavpîkeftina de gotiye hevî û omêdên min ewarôjek bihêt zimaneke sitandarde kurdî hebe, heta miletê kurd bi cîhana derve girê bide, ne xasma li dewletên rojava jibo paşerojêk geş, her wesa banga me û hevîya me jî li gel hevî û omêdên serokê Herêma Kurdistanê jibo xizmat û rolêberçav li Kûrdistanê .