Yek milyon heya yek milyon û sêsed hezar kes mo’tadê di Îranê de hene

15:38 - 3 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Fermandeyê polîsê Tehranê ragehand ku di Îranê de yek milyon heya yek milyon û sêsed hezar kes mo’tadê fermî û 200 kes jî Elkolî ne, nêzîkî 700 hezar kes jî bo xwe mijûlkirinê madeyên hişber bikar tînin.

Li gor amara nawenda xebat bi dijî madeyê hişber di Îranê de hersal  600 ton madeyên hişber di Îranê de tê bikaranîn.

Cîgirê nawenda xebat bi dijî madeyên hişber li Îranê di meha Rêbendanê de gotibû ku bi awayeke navincî hersal 400 hezar û 200 kes bi sedema bikaranîna zêde ya madên hişber di Îranê de canê xwe ji dest didin.

Tiryak, Kirak, Şîşe û Hîroyîn zaftirîn madên hişber in ku di Îranê de tên bikar anîn.(agirimedia)