Yek ji keçên Şînawê: Ez êdî ji xudîkê (neynûkê) bêzar im

21:59 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Keçên xwendingeha Şînawê, ku nêzî 7 sal berî niha bi sedema agirgirtina yek ji polên dersxwandinê di xwendingeha Şînawê rastî şewitînê hatin, piştî 360 caran neştergeriyê niha jî ji dest êş û azarê de dinalînin.


Rojnameya “Qanûn” gotûbêjek digel keçên Şînawê, li jêr serxetê “Men ez ayinê bîzarem” (ez ji xudîkê bêzarim) pêk aniye, ku her yek ji keçan bi awayekî bas ji êş û azarên xwe dikin.

Ajansa “Kurdpa”yê, bi piştgirêdana bi rojnameya Qanûn kurtiyek ji axavtina çend kes ji wan keçan belav dike, ku weha ye:

Sîma Muradî: Êdî naxwazim ji dewletê re kar bikim, jiber ku gellek zulm li hemû keçên şînawê kir, hinde ji dewletê re giran nebû ku xercê derzî-dermanan bi tewahî bide me, yan me bişîne derve, heya ku em vegerin ser jiyana xwe ya asayî.

Şadî Îbrahîm: Êdî min tu daxwazek ji berpirsan nine, tenê pirseke min heye, gelo hekî zarokên we rastî bûyereke bi vî rengî bibin, hûnê wekî me agehdarî wan bin, gelo pişka me zarokan, ji perê neftê cebirîna birînên me nebû?!.

Nadiye Salih: Heya niha çar kes ji van 12 kesan di nava me de, dest dane xwekuştinê, û em jî berdewam bîr ji xwekuştinê dikin.

Esme`e Diruy: Renge ji we re balkêş be, ku heta em nikarin bibin xwediyê karta millî jî, jiber ku tiliyên me nemane, û me devsa tiliyan tuneye, em ji vî mafî bêpar in.

Mubîna Perkem: Min hêviyek di jiyanê de heye, tenê dixwazim bo carekê jî be, guharekê bikim guhên xwe de, lê nikarim jiber ku min her du guhên xwe ji dest dane.

Arizû Tahirabadî: Ez ji xudîkê bêzarim, ji mêjve ye ku min xwe di neynûkê de nedîtiye, şewitînê em ji her tiştî bêpar kirine, min hez dikir ku birî hebin, lê min nine, her roj berî hemû karî dibe ku ez bi qelemê biriyên xwe çê bikim.

Ferîde Omîdewar: Min hez dikir ku walîbalê bilîzim, lê tiliyên min nemane, û îzna vî karî nade min.

Sîma Şadkam: Ez heyameke tûşî nexweşiya xemokiyê bûme, ku di piraniya deman de bêhiş dibim, ku bi sedema xemokiya zêde ji qas e.

Roja 15`ê Sermaweza sala 1391`an de bû ku 37 dersxwanên keç bi sedema agirgirtina sobeya yek ji polên xwendinê di xwendingeha Şînawê rastî şewitînê hatin, û du dersxwan jî bi navên Seyran Yêgane, û Sarîna Resûlzade bi vê sedemê ve jiyana xwe ji dest dan.

Li gora gotina Husên Ehmedîniyaz di heyama van şeş salan de, heya niha zêdetir ji 360 neştergerî bo van keçan hatine kirin, û dibe dewlet cubrana van xesarên canî ên qurbaniyan bide.