Yek ji girevgirtiyên “Kanî Bil”ê bo nexweşxaneyê hate veguhastin

23:09 - 12 Kanûna pêşîn 2015
Kurdpa: Azad Ebasî yek ji girevgirtiyên “Hawara kanî Bil”ê, Bi sedema vê ku eva 9 roj e di gireva birçîbûnê de ye û, herweha heyamê 4 roja ne ku tûşî Enfolanzayê bûye, bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Azad Ebasî ku bixwe berpirsê “Cem’iyetê Şêydayê Sebz”e û hevdem endamê heyeta birêveberî ya “Şebekêyê Semenhayê zist mohîtî ya Kurdistanê”ye, bona parastina jingeha Kurdistanê û yek ji wan “Kanî Bil”ê, ji roja 13’ê Sermawezê ve, serbarê daxwaza gireveke giştî, tevî çend çalakên din ên jîngehparêziyê, ketin gireva birçîbûnê.

Niha serbarê têkçûna rewşa saxlemî ya navbirî, rewşa 10 kesên din jî ji girevgirtiyan ber bi xirabiuyê ve diçe.

Hevdem nûnerê bajarê Sine û Kamyaran û Diwanderê di parlimana Komara Îslamî de ragehand ku, “Ez wê derheq bi girîngiya kelepûra Kurdistanê hoşdariyê bidim bi wezîrê “Wize” û wî haydar bikim ku avgirtina bendava Dariyanê, wê kanî Bilê jinav bibe”.

Her di vê derheqê de jî, 600 kes ji çalakên medenî û jîngehparêziyê di nameyekê de, daxwaz ji girevgirtiyan kirin ku gireva xw bişikînin.

Hewdem jî 21 kes ji piştevanên kempêyna kanî Bilê, hewla nivîsandina gilînameyekê bona lêkolîn û pêdeçûnê bona rizgarkirina kanî Bilê didin.

Hewceyî basê ye ku heya niha ji aliyê berpirsyarên têkilîdar bi keysa kanî Bilê ve, tu bersivek ji xelkê re nehatiye dayîn û tenanet hinek ji çalakên vê keysê jî ketine bin zext û giwaşê de da ku, destan ji çalakiyên xwe bikişînin.